Iraq wê zererên Bendava Derbendîxan lêkolîn bike

25

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di daxuyaniya ofîsa Ebadî de hate diyarkirin ku rewşa bendavan başe û ti metirsiyek li ser nîne û wiha dewam kir; “Di civînê de lijneyek taybet ji bo lêkolînkirina Bendava Derbendîxan hate destnîşankirin. Ji bo piştrastkirina ewlehiya bendavê.”

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Di civînê de li ser binpêkirinên yasayî yên di dosyayên avê de guftûgo hate kirin. Her wiha tedbîrên pêwîst wê jê re bên girtin. Ji ber ku ev bandorek neyînî li ser beşa avê ya parêzgehên Iraqê çêdike.”

 

Hêjay gotinê ye ku di erdheja şevê din saet 21:10’ê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çêbû, yek ji cihên herî jê bandorek nebaş dît jî bajarokê Derbendîxan ê Silêmaniyê ku 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan e. Her wiha Bendava Derbendîxan jî zerer dît û di dîwarên bendavê de derzên cidî çêbûne.

 

(rn)