‘Ji bo vekirina derî ti biryarên fermî nehatine dayîn’

20

 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

 

Ji 16'ê Cotmehê ve Deriyê Sînor ê Perwêzxan bi fermana rejîma Îranê li ser Başûrê Kurdistanê hatiye girtin û hîn nayê zanîn wê kengî were vekirin.

 

Berpirsê Raginandin û Pêwendiyên Deriyê Sînor ê Perwêzxan ê Navneteweyî Aram Sayexan li ser vekirina derî ji ajansa me wiha got; "Diviyabû dawiya hefteya bihurî derî were vekirin. Lê ji ber Çileya Şîna Îmam Hisên vekirina derî ji bo serê wê hefteyê paş xistin. Lê heya niha ji bo vekirinê ti biryarên fermî ji bo me nehatine."

 

 

Sayexan axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Dema vekirina derî nediyar e. Ji bo derî careke din ji bazirganiyê re bê vekirin, em ê li benda fermana nivîskî bin."