Jinên Koçber: Em nikarin vegerin warên xwe

25

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Nêzî 150 malbatên Xurmatû piştî êrîşên 16'ê Cotmehê li Wargeha Tazedî ya Germiyan bi cih bûn. Jinên di nava wargehê de çîroka koçberbûna xwe bi rêya ajansa me vegotin. Lê jinên koçber  daxwaz kirin ku em wêneyên wan negirin, li ser daxwaza wan me jî wêneyên wan negirtin.

 

Ji nava bi navê Qumriye Ebdulrehman ya 35 salî wiha behsa koçberbûna xwe kir; "Roja 16'ê Cotmehê di saet 02:00'an de birayê hevjînê min destê xwe li derî da û got; 'Rabin Heşdî Şebî hatine û Ebadî fermana êrîşkirinê daye û pêşmerge jî vekişiyane.' Bi lez min zarokên xwe hişyar kir û kirin nava wesayîtê. Me berê xwe da Germiyan. Destpêkê em li gel çend malên xizmên xwe man, piştî sê rojan em hatin vê wargehê."

 

Qumrî diyar kir ku dema revîne tiştek li gel xwe neanîne û wiha domand; "Me qet tiştek li gel xwe neaniye. Heya min telefona xwe ji neanî. Qet cilekî me nîne, em pê biçin ji derveyî wargehê. Şev gelek sare. Tenê ev cilên li ber minin, min hene. Zarokên min jî qet cilek nîne."

 

Qumrî têkildarî tiştên ji bo wan pêwîst jî wiha got; "Betenî û hinek tiştên din ji bo me pêwîstin. Me sope hene, lê sotemenî nîne. Herwiha tiştek li milê kabîneyan nîne. Tenê hêsîrekî tenik heye. Ev jî di nava kabîneyê de sare. "

 

Qurmî li ser pirsa, 'Çima hûn venagerin malên xwe?' ji wiha destnîşan kir; "Em nikarin vegerin Xurmatû, ji ber ku ji tejî Heşdî Şebî ye. Heya niha mala me neşewitandine. Lê piraniya malên Kurdan şewitandine û tiştên wan talan kirine."

 

 

Jina bi navê Ebasiye Yasîn ya diyaka 6 zarokan û 39 salî jî wiha behsa koçberbûna xwe ya ber bi Germiyan ve kir; "Dema ku ev ji mal derketin, yekser Heşdî Şebî mala bavê min şewitandin, lê min agadarî ji mala xwe nîne. Em nikarin vegerin li ser warê xwe. Qet agahdariyek min ji wir nîne. Li vir gelek kêmûkurtiyên me hene. Ava germ ya me nîne. Min di mehekê de 2 caran zarokên xwe şûştiye. Ji bo çêkirina xwarin ocaxek ya biçûk me heye. Ew ji eger tîp tê de nemabe, em neçarin biçin li Kelar bi 4 hezar dînarî tîjî bikin. Mûçeyên me jî nîne. Em nikarin vî 4 hejar dînarî ji bidin."

 

Li wargehê dibistanên Kurdî nîne, li ser vê yekê jî Ebasiye wiha axivî; "Li vir zarokên min ji xwendinê bêpar in. Li wargehê tenê dibistanên Erebî hene. Dibistanên Kurdî nînin."

 

Li wargehê navendên tenduristiyê hatine vekirin,  ji bo çareseriya destpêkê, lê eger nexweşiyên giran bin divê koçber biçin nexweşxaneyên Kelar yan jî Silêmaniyê.

 

Wargeha Tazedê ji derveyî koçberên Kurd 400 malbatên Ereb ên parêzgeha Enber û Selahedînê yên ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyayîn  dijîn.

 

Li Germiyan sê wargehê koçberan hene, wargeha Wend li Xaneqîne, Wargeha Wuretû û Tazedê li Kelarê ya îdareya Germiyan hene. Zêdeyî 11 hezar koçber hene.