KNK: Piştgiriya ji bo mexdûrên erdhejê erkek niştîmanî ye

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Kongreya Netewiya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê bal kişande ser erdheja şevê din bi pêla 7,3 li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çêbûyî û ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir.

 

KNK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û got; “Li Rojhilatê Kurdistanê û bi taybetî bajarê Kirmaşan, Serpîlî Zehaw, Ezgele, Goran, Yarsan, Şabad, Qesra Şirîn, Sêgoşeya Bawecan heya Başûrê Kurdistanê taybetî bajarokê Derbendîxan, zererek mezin a canî û madî gihiştiye welatiyan. Belê mixan li Rojhilat zerara canî zêde ye ku heya niha 600 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirê 6 hezar kes jî birîndar bûne.”

 

Daxuyaniya KNK’ê wiha dewam kir: “Ji bo gelê navçeyên Kurdistanê yên erdhej lê çêbûne, pirsgirêka serekî ne rûdana bûyerek xwezayî ye. Pirsgirêka serekî ewe ku gelê van navçeyên Kurdistanê bikarin cih di desthilata siyasî de bigirin, biryar li ser pêşeroja xwe, xwe parastin û plandanîna navçeyên xwe bidin. Ji ber ku ti xizmet ji bo wan nayê kirin. Ji ber ku desthilata sistema gendel û bê berpirsane guhdarî silametî, parastin, tenduristî û jiyana welatiyan nake. Ji ber vê jî dema bûyerek xwezayî rû dide ziyana canî digehe astek wiha zêde.”

 

Weke Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî dixwazin û ji bo birîndaran jî hêviyên demek herî zû de vegerin silametiya xwe ya berê dixwazin. Ji tevahî gelê Kurdistanê daxwaz dikin bi her şêweyek ku bikarin destê alikariyê ji bo mexdûrên erdhejê dirêj bikin.

 

Rojhilatê Kurdistanê hemû demî û bi hemû şêwey piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê bû. Niha Komara Îslamiya Îranê bîlançoya windahiyên canî û zererên madî kêm nîşan dide. Ev jî bi armanca ji bo dinava gel de hestên piştgiriyê dernekeve pêş. Dewleta Tirk jî bi şandina hinek alikariya weke sembol, dixwaze ji raya giştî û Kurdistanê re rastiya xwe veşêre û siyaseta xwe ya dijî gelê Kurdistanê veşêre. Ji ber wê daxwaz ji her takekesekî Kurdistanê dikin bê cudahiya siyasî û dilsoziya niştîmanî destê alikariyê ji bo wan dirêj bike.”

 

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha jî got; “Kongreya Netewî ay Kurdistanê carek din dibêje ku gelê Kurdistanê bi xebata xwe ya azadîxwazene wê bigehe asta sîstemek demokratîk û niştîmanî bidest bixwe. Dijî talanî û gendeliyê derkeve. Ev ji bû ew bûyera xwezayî ya ku hatiye serê gelê me, piştgirî û hevxemiya xwe tînin ziman.”

 

(rn)