ROJNEWS / KIRMAŞAN

Masa Krîzê ya İran'ê ragihand ku heya niha di encama erdheja şevê din pêk hatî de 328 kesan li parêzgeha Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 530 kes birîndar bûne. 5 cihên kevnar yên dîrokî jî têk çûne. 

 

 

Hate ragihandin ku li Ser Pêl Zehaw 142 cenaze, li Îslam Abadî Xerb 22 cenaze , li Selam û Bawecanî 15 cenaze, li Kerendî Xerb 14 cenaze û li Qesra Şirîn 14 cenaze hatine dîtin. 

 

 

Waliyê Kirmaşanê jî diyar kir ku ji ber qurbanî zêdene sê rojan şîna giştî îlan dikin.

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here