Li Qesra Şirîn 30 kesan jiyana xwe ji dest da

47

 

KIRMANŞAN

Erdgeja ku şevêdin saet di 21.18’an de li başûrê navçeya Helepçe ya parêzgeha Silêmaniyê pêk hat, li rojhilatê Kurdistanê ziyanek mezin pêk anî. Li gorî agahiyên ku cîgirê waliyê Kirmanşanê dane, li navçeya Qesra Şirîn a Kirmanşanê ku dikev ser sînorê Başûr 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Qesra Şirîn û Kirmanşanê.

 

Di erdhejê de her wiha di dibistanên bajarên Seqiz û Merîvan ên girêdayî Eyaleta Sinê de ziyanek mezin pêk hat.