Li Seyidsadiq ji bo jinan dewreya wênegiriyê

24

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Tevî ku li navçeya Seyiqsadiq a Silêmaniyê ti rêxistinên taybet ên jinan nînin jî, nabe sedema ku jin xwe bi rêxistin nekin, jêhatîbûn û tecrûbeyên xwe nîşan nedin. Di vê çarçoveyê de jinên Seyidsadiq dest bi dewreya wênegirtinê kirin.

 

 

Yek ji jina berê xwe daye hunera wênegiriyê Asode Celala ji ji ajansa me re axivî, got; "Ji zarokatiyê ve xwesteka min ji wênegiriyê re hebû. Ji ber vê ez beşdarî vê dewreyê bûm. Bi kêfxweşî di pêşbirka wêneyan de ya berî niha bi çend rojan di nava 22 kesan de ez bûm 3'yemîn. Bi vê re jî derket holê ku jin ji weke zilaman xwedî hêz in."

 

 

Asode Celal axaftina xwe wiha domand; "Bi bawerî ez ê hêviyên xwe yên ji bo wêneyan berdewam bikim. Ev dîplomeya ku min bi dest xist jî ji bo ez vî karî berdewam bikim, wê ji bo min bibe alîkar. Gelekî girîng e ku jinên navçeya me ji mal derkevin. Girîngiyê bidin hêza xwe."

 

Jina bi navê Kîjan Osman a beşdarî dixwaze hunera wênegirtinê berdewam bike jî wiha axivî; "Her çiqasî li sînorê Seyidsadiq qet rêxistineke jinan nîne jî ev nayê wê wateyê ku êdî jin girîngiyê nedin bihêzbûna xwe. Gelek jin û keçên Seyidsadiq bi hêza xwe çend qonax derbas kirine û derdikevin pêş."

 

 

Kîjan Osman axaftina xwe wiha domand; "Her çend ku li vê herêmê zilam zêdetir karê wênegiriyê dikin jî em dixwazin vê kevneşopiyê bişkînin. Bi çend dewreyên taybet ên wênegirtinê re girîngiyê bihêzbûna xwe bidin. Ji ber vê min biryar daye di pêşerojê de li saziyekê yan ji dezgeheke ragihandinê karê xwe berdewam bikin. Ez amade me alîkariyê bidim her jina ku pêwîstiya wê bi min heye."

 

Her wiha Helo Cebarî yê heya niha herî kêm deh dewreyên wênegirtinê vekirine jî wiha got; "Di piraniya dewreyên heya niha min vekirin de, beşek zêda ya kesên beşdar bûn jin bûn. Vê yekê ji wisa kir ku di pêşengeha wêneyan de yek ji wênegirên herî baş jin be. Ev ji derdixe holê ku hunereke baş a jinan di warê wênegirtiyê de heye.

 

 

Helo Cebarî wiha dawî li axaftina xwe anî; "Ji bo em di hemû aliyan de alîkariya jinan bikin û piştgiriya wan bikin, me biryar daye ku komeke wênegirên Seyidsadiq ava bikin. Jin di vê komê de xwedî rola sereke bin. Her wiha em ê alîkariyê bidin her jina bixwaze beşdar bibe. Ji ber ku em bawer in ku jin xwedî hêz e."