Li Silêmaniyê zewaca di temenê biçûk de hat şermezarkirin

36

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

 

Li ber Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê nûnerên 18 rêxistinên sîvil û jinan li dijî pêşniyarqanûna li Parlamentoya Iraqê ya têkildarî zewaca keçên di bin temenê 18 salî de çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de daxwaznameyek bi rêya Komîsyona Jinan a Parlamentoya Iraqê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê û Komîsyona Yasayê ya Parlamentoyê Iraqê hate kirin.

 

Li sar navê rêxistinan çalakvan Sinewber Îsmaîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Bi qanûnûkirina zewicandina zarokên 9 salî vegereke paşketî û şerîatan e. Vegera li qanûn û pîvanên paşketî yên qet nirxê mafê mirovan têde nîne ye. Qet bingehekî demokratîk û civakî tê de nîne. "

 

 

Di berdewama daxuyaniyê de ev xisûs hatin destnîşankirin: "Em bi tundî vê pêşniyarqanûna Iraqê şermezar dikin.  Ji bo vê projeyê di 2'ê Mijdarê de civîna yekem kirin. Em daxwazê ji hemû parlamenterên Kurd dikin ku bi hemû rêyan pêşî li vê projeyê bigirin ji bo ku neyê erêkirin.  Rê neyê dayîn ku rûniştina duyem li ser pêk were."

 

 

Her wiha Endama Komîsyona Jinan a Parlamentoya Iraqê Rêzan Dilêr axivî û got; "Em vê projeya li hemberî jinan napejirînin. Ji ber vê yekê emê daxwazên we bigihînin Serokatiya  parlamentoya Iraqê. Wê ev piştgiriya we dengekî bi hêz be ji bo bersiva vê projeyê ku em ê li parlamentoyê bidin. Hêvîdar im ku hûn li hemberî tundiya li hemberî jin û zarokan rawestin."