PADÊ salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir

26

 

 

 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

Îro duyemîn salvegera rizgarkirina navenda Şengalê ye. Di 13’yê Mijdara sala 2015’an de ji aliyê gerîlayên HPG/YJA-STAR û şervanên YBŞ/YJŞ’ê ve ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin. Bi munasebeta salvegera rizgarkirinê, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

Daxuyaniya PADÊ wiha ye:

 

“Em salvegera rizgarkirina Şengalê li tevahî gelê Êzîdxanê, hemû mirovahiyê, şervanên YBŞ/YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxan, Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê, bi taybet li Rêberê mirovahiyê Rêber Apo pîroz dikin.

 

Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Eger ne bi saya xwîna şehîdan bûya, me îro ev destkeftiyên hene jî bi dest nedixistin. Her wiha wê gelê me bibûya nêçîrek mezin ji bo çeteyan, hêzên dagiker û sîstemên desthildar, wê em ji xaka me û çanda Êzdayetiyê dûr kiribana.

 

Bi vê wesîleyê em weke PADÊ soz didin ku em ê rêya şehîdên me dabû destpêkirin di warê siyasî de dewam bikin. Her wiha em ê li ser fikir û felsefeya azad civaka xwe perwerde û rêxistin bikin.

 

Di dema ku navenda bajarê Şengalê hat rizgarkirin de, hinek partiyan reklam kirin ku wan bi tenê bajar ji destê çeteyan rizgar kiriye. Her wiha xwe weke parêzvanên Êzîdiyan û xaka Şengalê xwe didan diyarkirin, lê îro her kes dizane kî li gelê Êzîdî xwedî derket û kî xwedî propagandeyên derew û ne rast bûn, kî heta roja îro parastina gel dike.”