Pûtîn û Erdogan li Rûsya hatin gel hev

29

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serok Dewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn li Sûçî hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de, S-400, bûyerên Sûriye û Iraqê hatin destgirtin.

 

Pûtîn di destpêka hevdîtinê de axivî, diyar kir ku têkiliyên Tirkiye-Rûsya di her alî de gihiştiye astekî baş.

 

Pûtîn wiha got: “Di hevdîtinên me li gel Tirkiyeyê kirî, weke ku me li hev kirî, îro em li ser xebatekê em li hev civiyane. Dikarim bêjin di destpêka hevdîtinên me heta niha de têkiliyên Rûsya-Tirkiye di her alî de gihiştiye asekî baş.”

 

Pûtîn qala têkiliyên aboriyê jî kir û diyar kir ku hecmê bazirganî ya di navbera herdu welatan de di sala 2016’an de 30 jî sedî kêm bûye, lê belê di 9 mehên sala dawî de rêjeya 38 jî sedî jî zêde bûye.

 

Pûtîn pêşniyara lidarxistina kongreyekî kir ku hemû komên mûxalîf û alîgirên hikûmetê ku di nava Sûriye de û ji derve beşdar bibin. Rayedarên Karê Derve yên Rûsyayê jî ragihandîbûn ku pêwîste Kurdên Sûriyeyê jî beşdarî vê kongreyê bibin, lê Enqere dijî vê derdikeve.

 

Erdogan jî got têkiliyên wan yên siyasî, leşkerî, aborî û hemû têkiliyên bazirganiyê her roja diçe zêdetir dibe.

 

Erdogan wiha jî wiha got: “Bi taybet di vê pêvajoya normalbûnê de bi awayekî zêde hatina gel hev ya me wê têkiliyên di navbera Turkiye û Federasyona Rûsyayê de bihêztir bike. Hevdîtinên me yên bihevre ne tenê rûtin e, di heman demê de jî bi rêya telefonan dîplamasiya me û di nava rayedarên paye bilind de jî bi awayekî bihêz didome. Ez gelek spasiya vê vexwendina we dikim. Ez bawer dikim ku wê hevdîtinek giring be. Li vê derê jî em ê bi vî awayî ji Kûveyt û Katarê cûda bibin.”

 

Piştî hevdîtina Pûtin-Erdogan hevdîtina di navbera herdu heyetan de destpêkir û didome.