Rewşa dawî ya Kirmaşanê: 372 mirî, 6 hezar birîndar

45

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Bîlançoya erdheja bi şîdeta 7.3 pileyî ku duh êvarê saet di 21:18'an de li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê û eyaleta Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê rû da, kêlî bi kêlî giran dibe.

 

Li Kirmaşan û navçeyên wê, hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 372 kesî. Zêdeyî 6 hezar kes jî birîndar in. Ji ber ku Kirmaşan cihekî çiyayî ye, agahî ji gelek gundên wê nayê girtin. Bi taybetî agahî ji gelek gundên Dalahoyê nayê girtin.

 

Maseya krîzê ya erdhejê ya li Kirmaşanê ragihand ku hejmara miriyan 363 ye û li gorî bajaran ev agahî da:

 

Serpol Zahab: 240

 

Dalaho: 14

 

Kirmaşan: 14

 

Selasî Bewecanî: 15

 

Îslamadî Xerb: 22

 

Qesrî Şîrîn: 28

 

Ciwanro: 30