Şervanê YBŞ’ê rizgarkirina Şengalê vegot

30

 

 

ROJNEWS/ŞENGAL-IBRAHÎM ÊZIDÎ

 

 

Amed Şengalî di 2’yemîn salvegera rizgarkirina navenda Şengalê de hestên xwe ji ajansa me re vegotin. Amed Şengalî destpêkê hemû şehîdên Şengalê bibîr anîn û destnîşan kir wan şerê dijminê mirovahiyê kiriye, lewma dema tevlî pêngavê bûye, gelekî bi dilxwazî şer kirine ku tola dayikên xwe û zarokên Êzîdxanê hilînin.  

 

Şengalî bal kişand ku wan di pêngavê de dîtiye ku ew dikarin parastina xwe bikin, yekbûna xwe ava bikin û wiha dom kir: “Me baweriyek mezin hebû ku em ê dijmin têk bibin. Di jiyana me ya Êzidiyande tişta herî xweş ew bû ku em wek yekemîn hêza ji gelê Êzidî hatiye ava kirin bergiryê ji axa xwe dikin û em dikarin axa xwe ji destê dijmin derînin.”