Şervanê YBŞ’ê Şengal Şengalî li Xanesorê hate bîranîn

35

 

 

MAHABAD SEYÎD / NEDÎME ŞEMO / ROJNEWS

 

 

Ji bo Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)’ê Şengal Şengalî yê 9’ê Mijdarê di navbera gundê Medîban û Sêkiniyê yê Şengalê de di encama qezayeke trafîkê de bi hevrêyê xwe Hejar Şengalî re jiyana xwe ji dest da, li Xanesorê merasîmeke bîranînê hat  lidarxistin.

 

Di merasîma bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, şervanên YBŞ-YJŞ’ê, malbata şehîd Şengal Şengalî û gelek welatî amade bûn. Di konê merasîmê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, şehîdan û alên YBŞ-YJŞ’ê hatin daliqandin.

 

‘Em ê di rêya şehîdan de bi serbilindî bimeşin’

 

 

Yek ji Fermandarên YJŞ’ê Berxwedan Şengalî di axaftina xwe de behsa jiyan û têkoşîna şehîd Şengal kir û got: “Di serî de di şexsê şehîd Şengal em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin. Heya dawiyê em ê di rêya şehîdan de bi ser bilindî bimeşin û em ê timî di rêya şehîdan de berxwedan û têkoşînê bilind bikin. Şehîd Şengal timî zarok, keç û xortên Êzîdiyan perwerde dikirin.”

 

Li dû axaftina Berxwedan Şengalî, yek ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî anî ziman ku şehîd Şengal di hevaltiya xwe de pir hêja bû, ruhê hevaltiyê di her qadê de dida avakirin û got: “Hebûna  wî di nava YBŞ ê de hebûneke di asta herî jor de bû. Ji bo wê jî em dibêjin, em ti carî hevalê Şengal ji bîr nakin û wê timî  di dilê me de bijî.  Bi sedan xortên Êzîdiyan wê navê şehîd Şengal hilgirin û wê heya dawiyê di rêya wî û hemû şehîdan de bimeşin.”

 

 

Şengalî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hemû gelê me yê Êzîdî vê baş bizane eger berxwedana YBŞ û YJŞ’ê nebûya, eger berxwedana şehîdên me nebûya, îro me nikarîbû em xwe bi navê Êzîdiyan îfade bikin.”

 

‘Şengal şehîdê we hemûyan e’

 

Herî dawî jî dayika şehîd Şengal Şengalî, Meyan Revo axivî û wiha got, “Şengal tenê ne kurê min bû û ne tenê şehîdê min e. Ew şehîdê we hemûyan e û hevalê we hemûyan bû.  Ew şehîdê Êzîdxanê ye. Serê me hemûyan sax be. Hemû hevalên Şengal jî ji bo min Şengal in.”