TAJÊ: Em rê nadin desthilatdariyan

26

 

 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

TAJÊ bi boneya 2’yemîn salvegera rizgarkirina navenda Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku cangoriyên azadiyê hatin bîranîn de, hat bibîrxistin ku Şengal bi xwîna sedan keç û xortan ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 

“Di destpêka fermana 73’yan de hêzên HPG/YJA-Star û YPG’ê qefle bi qefle bi hawara gelê me hatin. Niha jî hêza me ya parastinê YBŞ/YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê heye, gelê me di parêz e. Gelê li Şengalê bi fikreke azad xwe birêxistin dike û birêve dibe. Bi fikir û ramanên Rêber Apo jiyaneke wekhev ava dike.

 

Em êdî wekî berê bêrêxistin, bêhêvî û bêpêşeng nîn in. Me weke civaka Êzidî xwe bi komîn û meclîsan rêxistin kiriye. Bi taybetî weke TAJÊ em xwe birêxistin û bihêz dikin. Ji ber ku fermanên çêbûne ji herkesî zêdetir zirar daye jinan. Ji bo ku em tola jinên di fermana 73’yan de ketine destê DAIŞ’ê hilînin, em ê xwe bihêz bikin. Em rê nadin ku wekî berê tu kes li ser me, çanda me desthilatdariyê bimeşîne.