TAJÊ qanûna zewaca di temenê biçûk de şermezar kir

28

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan biryara ku li Iraqê zewaca di temenê biçûk de qebûl dike, şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê li jinan kir.

 

TAJÊ  di daxuyaniya xwe ya têkildarî mijarê de got: “Ew şîdeta li dijî jinê rû dide li hemberî jin û mîrovahiyê ye. Yên xwedî zîhniyeta faşîst, serwer û paşverû ji bo civakê bikin bin desthilatdariya xwe, destpêkê dixwazin jinê bixin. Ji bo jinê bixînin jî rêya  ji xwe re herî hêsan dibînin,  bi rêya zewacê ye ku em wek dewleta biçûk bi nav dikin. bi rêya zewacê dixwazin fikir, lêgerîn û helwestên jinê bixin bin serweriya xwe. Çawa ku dewleta Tirk a faşîst bi biryarekê erka zewicandinê da miftiyan û bi ve jî pêşiya zewicandina di temenekî biçûk de vekir, heman demê hikûmeta Iraqê jî biryar da ku zarokên keç di temenê 9 salî de dikarin bizewicin.”

 

‘Em li dijî faşîzmê serî hildin’

 

TAJÊ bi bîr xist ku di dîroka me ya herî nêz de me dît ku çawa DAIŞ’ê di serî de jin û keçên me yên Êzîdî dîlgirtin û heta keçên 9 salî firotin û dan zewicandin û wiha dewam kir: “Vê careke din nîşan da ku nav, şekil û cografya çi be jî nêzîkatiya desthilatdaran ji bo jin û civakê wek hev e. Ev biryara ku der heqê jinê de tê girtin keçên ku di temenê biçûk de tên zewicandin li beramberî xwezaya mirovahiyê ye. Ji bo wê em wê biryarê ne qebûl dikin ne dipejirînin. Em vê biryarê şermezar dikin.”

 

Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan  (TAJÊ) herî dawî ev bang kir: “Em wek TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxan) di serî de bang li keç û jinên Êzîdi û hemû jinan dikin, li hember vê biryarê şer bikin û qebûl nekin. Eger rêyek hebe ew jî rêya têkoşîna azadiyê ye.  Em bibin yek reng û deng û li dijî faşîzmê serî hildin.”