‘Xaneqîn bajarekî rewşenbîrî û pêkvejiyanê ye’

28

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR / XANEQÎN

 

 

Piştî herêmen nakokî li ser hene 16’ê Cotmehê ji aliyê hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ve hate dagirkirin bû sedem ku gelek welatiyên Kurd ên van herêman koçber bibin û rastî êrîşên curbicur ên mezhebî û neteweperestî werin. Lê ew têkilî û pêwendiyên germ ên berê di navbera pêkhateyên cuda yên li van herêman de hebûn, bi êrîşên DAIŞ’ê û herî dawî jî bi êrîşên Heşdî Şebî re derb xwar û metirsiyeke cidî ya şerê mezhebî û neteweperestî ji bo gelên herêmê çêkir. Gelên van herêman ji vê tabloya çêbûye ne razî ne û jiyaneke aştiyane daxwaz dikin.

 

Piştî êrîşên Heşdî Şebî û Hêzên Iraqê yên li ser herêmên nakok jiyana welatiyên Kurd ên li van herêman ket nav metirsiyeke cidî. Di van herêman de ku bi salan e jiyaneke hevpar a hemû pêkhateyan heye di van demên dawiyê de tehlûkeyeke cidî li ser pêkhateyên li vê herêmê dijîn pêk hat. Pêkhateyên Kurd ji gelek herêman koçber bûn û yên koçber nebûne jî ji rewşa pêk hatiye ne razî ne.

 

Rojnamevan û çalakvanê sivîl Eyad Ebas ê li Xaneqînê dimîne, têkildarî sedemên aloziyên di navbera pêkhateyên van herêman de ji ajansa me re axivî û got: “Berê jî niha jî niştecihên navçeya Xaneqînê her timî hewl dane Xaneqîn bibe bajarekî rewşenbîrî û pêkvejiyanê û her wiha şerekî neteweperestî di navê de nebe. Xelkê Xaneqînê ji şerê mezhebî û neteweperestî dûr disekinin. Timî pêwendiyeke civakî ya bi hêz di navbera wan de hebûye.”

 

 

Eyad Ebas her wiha got: “Mirov nikare Xaneqîn û Kerkûkê bi hev re muqayese bike. Ji ber li Kerkûk û Xurmatûyê şerekî dîrokî heye û heya roja îro jî berdewam dike. Lê, li Xaneqînê her ji berê ve heya niha ti şer, alozî û aloziyên di navbera pêkhateyên bajêr nebû. Her wiha Xaneqîn weke Kerkûk û herêmên din jî (cografya û dewlemendiya xak) ew çende girîng nîne.”

 

Rojnamevanekî din ê niştecihê bajarokê Xurmatûyê jî der barê heman mijarê de got: “Xurmatû ji hemû herêmên nakokî li ser hene cudatir e. Ji destpêka salên 1930’an heya niha ve Tirkmenên Şîe her timî li dijî neteweyên din di nava helwesteke nebaş de bûn. Tirkmenên Şîe her timî xwe weke qehreman dîtine û xelkên din jî biçûk dibînin û li dijî wan jî şer kirine ku pêkhateyên li Xûrmatûyê bixin bin desthilatiya xwe. Ev jî bi demê re bûye sedem ku şerek di navbera pêkhateya Kurd, Tirkmen û Ereb de pêk were.”

 

 

Karwan Hebîb axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî çeteyên DAIŞ’ê hatin devera Xurmatûyê û avabûna hêzeke bi navê Heşdî Tirkmen, careke din şerê di navbera neteweyên Xurmatûyê de geş bû. Destpêkê li taxa Tîn û Eskerî Heşdî Tirkmen dest bi kuştin, revandin, talankirina malên Erebên Sûnî kirin.”

 

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê li Kerkûkê Şiwan Mihemed jî di vê derbarê de ji ajansa me re axivî û got: “Kerkûk bajarê sereke yê herêmên nakokî li ser heye û parêzgeheke mezin e. Çavê gelek welatên herêmê û welatên din li ser e. Bi taybet nefta Kerkûkê sedema herî sereke ya şer û aloziyên herêmê ye. Ya rastîn Kerkûk ji parêzgeheke medenî zêdetir weke parêzgeheke eskeriye. Şerê ku li Kerkûkê rû dide şerê pêkhateyan nîne. Pêkhateyên Kerkûkê weke pêkhateyên Xaneqînê bi salane bihevre dijîn û ti pirsgirêkên wan bihevre nîne. “