Xwendekarên Zanîngeha Helebce dewam boykot kirin

24

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Yek ji xwendekarên fakûlteya Yasa li Zanîngeha Helebce Niyan Mihemed der barê mijarê de ji ajansa me re wiha axivî; “Piştî erdheja şevê din, ji ber tirsê û metirsiyê em ji yurdê derketin. Heya derengiya şevê serokê zanîngehê serdana me kir ji bo zanîna rewşa xwendekaran. Me jî jê re got ku em cardin naçin yurdê ji bo ti bûyerek nexweş rû nede. Me jî di navbera xwe de biryar da ku vegerin malê û dewamê boykot bikin.”

 

Niyan Mihemed wiha jî got; “Niha tevahî xwendekarên keç ên li yurda dimînin vegerane malê. Me biryar daye ku heya roja Yekşemê ne vegerin û boykota dewamê bikin.”

 

Li ser heman mijarê Serokê Zanîngeha Helebce Tehsîn Zengene jî wiha axivî; “Piştî erdheja şevê din, me serdana xwendekarên li yurda dimînin kir. Yên birîndar hatine rakirina nexweşxaneyê. Îro ji ber vê rewşa ne aram û tirsa xwendekaran, me nehatina xwendekaran a dewamê normal dît. Belê ji sibe ve dewam fermî heye û me biryara betlaneya ji bo dewamê ne daye. Her xwendekarek neyê dewamê wê nehatî bê nivîsandin.”

 

(rn)