YJŞ: Em têkoşînê bilindtir bikin

35

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Fermandariya Yekîniyên Jinên Şengalê (YJŞ)’ê bi wesîleya salvegera rizgarkirina Şengalê di malpera xwe ya fermî ya YJŞ’ê de daxuyaniyek weşand û salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir.

 

Daxuyaniya Fermandariya YJŞ’ê wiha ye:

 

“Ji dîrokê, heya niha li ser axa Şengal û gelê me yê Êzîdî dagirkirin, talan, mêtin û qetlîam hatine jiyîn; tevî van hemûyan li hemberî zilm û qetlîama berxwedaniyên bê hempa jî hatine meşandin. Çawa ku di bingeha piranî qetlîama xiyanet xwe dide pêş, li beramberî wê qehremantiyên mezin jî hatine jiyîn. Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dîsa di bingeha xiyaneta KDP’ê de li ser esasê tinekirina gelê me yê Ezîdî de hat çêkirin, bi vê re çeteyên hov ên DAIŞ bi hezaran jinên Êzîdî da revandin bi rêk û rêbazê herî xerap di bazaran de hat firotin, ev rastî ji aliye tevahî raya giştî tê zanîn. Li hemberî vê rewşê gelê me yê ku ji aliye hinek hêzan ve bi destê îxaneta xwe di nav qirqirinê de man, lê bi pêşengtiya şervanên azadiyê yê ku denge qîrîna gelê me yê Êzîdî bihîst û xwe gihand hawara gelê me û bi berxwedaniya yekîniyên parastina cewherî  YBŞ û YJŞ’ê re ev êrîş hat şikandin û bersiva vê fermanê hat dayîn. Gelekî ku bi salane bi qirkirinê re rûbirû dimînin û tîmî şerê hebûna xwe kiriye, iro ev gel gihaştiye hêza parastina cewherî  û di bingeha xweseriya demokratîk de xwe rêxistinkirina wî di gihandina azadiyê de gavên girîng in. Helbet di gihandina azadiyê de wek Rêbertî dibeje ne bê berdel e, bi keda hezaran şehîdême ya leheng hatiye afirandin.

 

Ji 3’yê Tebaxê heya 13’ê Mijdara 2015 ya rizgarkirina navenda bajar de berxwedanî û têkoşîneke bêhempa hatiye meşandin û bi sedan rêhevalên me di vê oxirê de bi fedakartiyên mezin di nav vê berxwedaniyê de cih girtine û bi dehan rêhevalên me jî bi qehremantiyên mezin şer kirine û gihîştine şehadetê. Her wha, pêwîst e rizgarkirina Şengalê bi rojekî neyê bi dest girtin û bê zanîn ku 13’ê Mijdarê şanîkera şênber a ked, fedakartî û bi biryarbûna yanzdeh mehan a ku di kolanên Şengalê têkoşîneke sîng e sîng hatiye meşandin e.

 

Li gel van nirxandina dema mirov mêze dike di civaka Êzîdî de jina ku bê ziman hatiye hiştin, ji azadiya xwe ya bi lêvkirinê bêpar maye û piştî êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ di suka û bazaran de layikî firotin û kirînê bûn, di berxwedaniya Şengalê de cihê xwe girt û soza tolhildanê da. Bi vê xwe têr ne dît û bi bîryar, îdîa û berxwedaniyeke mezin di pêşengtiya hêzên YPJ’ê û YJA-STAR’ê da wek jinên Êzîdî xwe bi rêxistin kir, bi nasnameya YJŞ’ê re di berxwedan û rizgariya Şengalê de cihê xwe girt. Ji ber vî awayî berxwedaniya Şengal, di gihandina nasname û azadiya xwe de, li hemberî hişmendî, barbartiya DAIŞ’ê de bûye gaveke dîrokî û bingeha azadiyê daye avêtin.

 

Li ser vî esasî pêwîst e mirov di vê zanistiyê de be ku, rizgarkirina Şengal di encama berxwedana bêhempa ya 11 mehan de hatiye pêşxistin û ev roj wek deskeftiyeke keda Rêbertî û şehîdên me hatiye avakirin. Ji bo vê, bi wate û girîngiya vê rojê, em 13’ê Mijdarê li tevahî gelê xwe yê Êzîdî pîroz dikin û ji bo ku ev desketîyên me pêl bi pêl mezin bibin û bi serkeftinê tacîdar bibin di bingeha jiyanek azad û demokratîk de, em bang li tevahî gelê xwe dikin ku  berpisyariyê dîrokî bidin ser milê xwe û tekoşînêkê hîn xurtir bikin.”