Artêşa Tirk li Tendurekê amadekariya operasyonê dike

39

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin bidestxistin, vê sibehê balafirên şer ên Tirk Çiyayê Tendûrekê bomberdûman kir.

 

Hat ragihandin ku operasyon û bomberdûman li bejahiya gundê Xarikê ya Bazîdê û qada Gola Pelexê ya Diyadînê zêdetir e û ji herêmên cihê gelek cerdevan û leşker jî li herêmê hatine bicihkirin.

 

Çavkaniyên herêmî diyar kirin, dibe ku li Çiyayê Tendurekê operasyoneke berfireh were lidarxistin.