Çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê di roja 23’yan de ye

28

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di çalakiya rûniştinê ya bêdem de ya li Strasbourgê îro roja 23´yan e. Bernameya çalakgeran a duh bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê dest pê kir. Saet 14´an ber bi avahiya CPT´yê ya ser bi Konseya Ewrûpayê ve meşek û piştî wê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

 

Koma Şanoyê ya Ehmedê Xanî ya ser bi Tev-Çandê jî lîstikeke şanoyê pêşkêş kir.

 

Li ser navê Komîteya Amadekar a Çalakiya Rûniştinê ya bi armanca ku hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bê, tenduristî û ewlekariya wî bê misogerkirin, Suleyman Gunyeli doh ji çalakgeran re peyivî, û got, çalakiya wan her roj nêzîkî armanca xwe dibe û heta ew bigihîjin armanca xwe jî wê çalakiya wan dewam bike.

 

Gunyelî li vir wekî din got, her çalakger di heman demê de divê xwe wekî propagandavanekî jî bibîne û wisa jî bike û wiha dewam kir: "Sebra me, biryardariya me û berxwedêriya me wê diyarker bin ku ev çalakî bigihêje armanca xwe."

 

Gunyeli got, çalakiya Pirtûkxaneya Ocalan serketî bi rê ve çûye û bi encam bûye, û wiha dewam kir: "Em ê bi rêbazên cihê û çalakiyên cihêreng dewam bikin û Rêbertiya xwe biparêzin. Ne mumkin e ku Rêbertî yek kîliya bi tenê jî ji hiş û dilê gelê Kurd derkeve."

 

Gunyeli îşaret bi erdheja li başûr û rojhilatê Kurdistanê texrîbatên  mezin kirî û bûyî sedema mirina gelek kesan jî û sersaxî ji gelê Kurd re xwest, û got, di şer û felaketan de "weke Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd em ê timî li cem gelê xwe cihê xwe bigirin"