Ciwanên Kurd li Rûsyayê pêngava ‘Serî hilde’ dan destpêkirin

28

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Tevgera Ciwanên Kurd a li Rûsyayê, li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya Mala Kurdan a li Komara Xweser a Adigeyê hate dayin û hat ragihandin, ku ew tevlî pêngava Komalên Ciwan a bi navê 'Serî hilde' dibin.

 

Endamê Tevgera Ciwanên Kurd li Rûsyayê Menaf Dadoyev daxuyanî da û got, "Ev demeke dirêj de destûr nayê dayin ku Rêberê me malbat û parêzerên xwe bibîne. Di dema dawî de li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê me di nava raya giştî ya Tirk de agahiyên ku me dixin nava fikaran tên belavkirin. Gelê Kurd ji bo agahiyê ji Rêberê xwe bigire û dawî li tecrîda li ser wî bê anîn, li çar aliyên cîhanê rabûye ser piyan. Ciwanên Kurd jî wê di vê pêvajoyê de bi roleke hê çalak rabin û bi rengekî ku li ruhê ciwanên Apoyî tê li dijî tecrîdê têbikoşin."

 

Di dewama daxuyaniya xwe da Dadoyev ragihand ku ew tevlî pêngava 'Serî hilde' dibin û got, "Em bang li tevahiya ciwanên Kurd ên li Rûsyayê û hemû ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide dikin, ku li dora vê pêngavê bicivin."