Dadgeha Federal a Iraqê bersiva Necmedîn Kerîm da

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê Eyas Elsamuk îro têkildarî biryara dûrxistina Dr. Necmedîn Kerîm ya ji kar ku waliyê Kerkûkê bû daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê de wiha tê gotin; "Dadgeha Bilind a Federal îro biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ku ji aliyê parlamentoyê ve hatibû dayîn di civînê de nirxand. Di civînê de îtîraza Necmedîn Kerîm a têkildarî biryarê hate redkirin. Ji ber ku dûrxistina Necmedîn Kerîm biryareke îdarî bû, ne hiqûqî bû. "

 

Di 14'ê Îlonê de di rûniştina Parlamentoya Iraqê de, bi 173 dengên parlamenteran biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm hate dayîn. Ji ber ku Necmedîn Kerîm weke Waliyê Kerkûkê biryara beşdarbûna referandûmê dabû, ev biryar li hember hate girtin.