Dayika Şêrko Bêkes di 99 saliya xwe de wefat kir

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hevsera yek ji helbestvanên navdarê kurd Fayîk Bêkes û dayika helbestvanê navdar Şêrko Bêkes, Şefîqe Seîd îro li Amerîkayê di 99 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.

 

Tê gotin ku wê cenazeyê Şefîqe Seîd bînin Herêma Kurdistanê û teziye jêre were danîn.

 

Fayîq Bêkes yek ji helbestvanên welatparêz ê Kurd e û sala 1905'an ji dayik bûye û 18'ê Kanûna sala 1941'an koça dawî kir.

 

Şêrko Bêkes kurê Fayîq Bêkes e û 2'yê Gulana sala 1940'an li Silêmaniyê ji dayik bû. Piştî 73 salan di 4'ê Tebaxa 2015'an de Stockholmê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.

 

Şêrko Bêkes xwedî bi dehan pirtûkan e. Di sala 2009'an de 8 hezar rûpel berhemên wî hatin çapkirin.