Di êrîşên Talîban de 22 leşkerên Afganîstanê hatin kuştin

25

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Şevê din li parêzgeha Qendhar a başûrê Afganîstanê, çekdarên Talîban êrîşî baregeheke leşkerên Afganîstanê kirin, di encama êrîşê de 22 leşkerên Afgan hatin kuştin.

 

Berdevkê Polîsên Parêzgeha Qendharê têkildarî êrîşê diyar kir ku 45 çekdarên Talîban jî hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.

 

Berdevkê Polîsên Parêzgeha Qendharê  da xuyakirin ku çekdarên Talîban hewl dane wesayîteke bombebarkirî di êrîşê de bi kar bînin, lê hê beriya bigihêje armanca xwe hatiye rûxandin.

 

Ji aliyê din ve Talîbanê ragihand ku di êrîşên şevê din ên li ser parêzgeha Qendhar, Helmand û Fera de 73 leşkerên Afganîstanê hatine kuştin.