Dr. Ebdulkerîm: PKK’ê guhertinek mezin di felsefeya siyaseta herêmê de çêkir

43

 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Mamostayê Zanîngehê ji koleja Zanistên Beşerî Dr. Selam Ebdulkerîm têkildarî 40. Salvegera Damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ajansa me re axivî.

 

Mamostayê Zanîngehê Dr. Selam Ebdulkerîm wiha got; "Damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û di xebatên siyasî û leşkerî de derbaskirina çend qonaxên cuda, di felsefeya siyaseta herêmê û xebatên azadîxwaz ên gelê Kurd de, ên ji bo rizgarbûn û bi destxistina serxwebûnê guhertinên mezin çêkiriye."

 

Dr. Selam Ebdulkerîm axaftina xwe wiha domand; "PKK li Bakurê Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd xwedî nêrînek zelal bû. Heya niha jî dest ji wê nêrînê bernedaye. Ev ji bo rizgariya gelê Kurd bû. Felsefeya siyasî ya PKK'ê ya di warê rêxistinbûnê, îdare û rêvebirinê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û heya asteke baş serkeftî bû."

 

 

Mamostayê Zanîngehê Dr. Selam Ebdulkerîm bal kişand ser taybetmendiyên PKK'ê û wiha got; "Bi taybet gelek rol ji bo jinan diyar kiriye. Bi taybet di damezirandina PKK'ê de rola jinan berçav bû. Her wiha ji bo xebatên jinan aliyekê wê yê cuda heye. Ji ber vê wê di pêşerojê de rola jinan li gorî niha zêdetir bibe. Ji ber ku vê yekê wisa kiriye ku PKK ji partî û aliyên siyasî yên klasîk ên herêmê û yên Rojhilata Navîn cuda be."