Encumena Xaneqînê daxwaz kir ku hêzên ewlehiya herêmê vegerin

34

 

 

EMÎR XENQÎNÎ / XANEQÎN

 

Piştî êrîşên 16'ê Cotmehê yên hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê, hemû hêzên ewlehiyê yên ser bi Wezareta Pêşmergeyan û Wezareta Hundirîn ên Herêma Kurdistanê ji bajaroka Xaneqîn a parêzgeha Diyale vekişiyan.

 

Serokê Encumena Xaneqînê Semîr Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got; "Piştî êrîşên 16'ê Cotmehê li Xaneqînê rewşek ne aram çêbû. Bû sedem ku deriyê çend dezgehên weke polîsên daristan, polîsên trafîkê û asayîşê werin girtin. Ji ber girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Rol û bandora wan li bajarok hebûn. "

 

Serokê Encumena Xaneqînê Semîr Mihemed axaftina xwe wiha domand; "Niha di warê parastina daristan, trafîk û asayîşa Xaneqînê de valahî heye. Her alozî û ne aramiya li Xaneqînê wê bandorê li ser parêzgeha Diyale jî bike. Lewma di 12'ê Mijdarê de me daxwaznameyeke fermî pêşkêşî Encumena Parêzgeha Diyale û Qeymeqamê Xaneqînê kir, da ku ji bo vegera polîsên parastina daristanan, polîsên trafîkê û hêzên asayîşê guftûgoyê li gel aliyên pêwendîdar bikin."