Êrîşên çeteyên artêşa Tirk ên li ser Efrînê didomin

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Çavkaniyeke leşkerî ji nava YPG’ê diyar kir ku komên çete duh Girê Qestelê yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê topbaran kirin.

 

Şervanên YPG û YPJ’ê jî bersiva çeteyan dan, di encamê de şer derket. Der barê encamên şer de agahî nehatin zanîn.

 

Çeteyên ku xwe li beramberî girên Beylûnê û Eyn Deqnayê yên navçeya Şêrawa bi cih kirine, xwestin xendeqan bikolin û nuqeteyên xwe çêbikin, şervanan berisva hewldana wan dan û çete neçar kirin ku  paşde vekişin.

 

Komên çete şevê din 5 topên hawanê avêtin Girê Bedirxan û navçeya Cindirsê û ziyanên madî çêbûn.