Fermandar Luqman: Em ê ti êrîşên rejîma Sûriyeyê bêbersiv nehêlîn

24

 

 

ŞEMAL HESEN / ROJNEWS

 

 

Piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirina hinek rayedarên hikûmeta Sûriyeyê gefa wê Reqayê bigirin xwarin.

 

Yek ji Fermandarê QSD'ê Luqman Xelîl li ser mijarê ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman; "Rizgarkirina Reqayê metirsî li ser vê sîstema ku niha li Sûriyeyê heye çêkir. Ji ber ku serkeftina Reqa ne tenê ya yek neteweyê ye. Serkeftina gelên li Sûriyeyê û li ser xaka Reqayê dijîne. Ji bo Sûriyeyeke nû mînakek e."

 

Luqman Xelîl di berdewama axaftina xwe de wiha got; "Tirsa rejîmê û hevpeymanên wê ew e ku gelên herêmê bi azadiyane bijîn. Ev yek li pêşiya rejîmê asteng e, desthilata xwe berfireh bike. Ji ber van sedeman e rejîm bi hemû hêza xwe gefa li hêzên QSD'ê dike."

 

Fermandarê QSD'ê Xelîl têkildarî îhtimala êrîşeke hêzên rejîmê û amadekariyên QSD'ê jî wiha axivî; "Em ê wan herêmên ku me rizgar kirine biparêzin. Her gefeke li dijî gelê Kurd û gelên bi hev re têkoşîn kirin ji bo dubare avakirina Sûriyeyeke demokratîk, di warê siyasî, leşkerî û dîplomasî de, wê bêbersiv nemîne. Weke çawa me efsaneya DAIŞ'ê şikand, em ê niha jî di asteke bilind de têkoşînê bikin ji bo ku bikarin li hemberî rejîma Esed rawestin."

 

Fermandarê QSD'ê Luqman Xelîl herî dawî wiha got; "Eger ew hêzên di nava Sûriyeyê de hene, bi înîsiyatîf bin, em dikarin bi hev re Sûriyeyeke nû ava bikin. Lê eger armanca wan binxistina gelan be, em ê weke dijberên gelan bi nav bikin."