‘Hikûmet li şûna Tirkiyeyê spas bike divê ji ber êrîşan wê şermezar bike’

25

 

 

ZOSIK BALEK / SORAN

 

 

Balafirên şer ên dewleta Tirk her tim xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Balafirên artêşa Tirk şevê din jî li herêma Biradost a Sîdekan bombebaran kirin û welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

 

Berpirsê Organa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  ya herêma Balekayetî Luqman Werdî  li ser mijarê ji ajansa me re wiha got; "Dewleta Tirk timî herêmên sînor û gundên me yên li herêma Qendîl, Biradost û Balekayetî û herêma Behdînan bombebaran dike. Ji ber bombebaranan ziyanek zêde ya madî û canî çêdibe. Di encama bombebaranan de heya niha gelek welatî şehîd û birîndar bûne."

 

Werdî axaftina xwe wiha domand; "Weke YNK û welatiyên herêmê em bi tundî van destdirêjî û êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Duh êvarî jî welatiyekî gundê sînorê me hate şehîdkirin.

 

Werdî rexneyên tund li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û wiha pêde çû; "Ji ber Tirkiyeyê duh çend betanî û pêdiviyên wargehan ji bo mexdûrên erdhejê aniye, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Tirkiyeyê dike, cihê şermê ye. Lê piştî çend saetên piştî vê alîkariyê gundên Herêma Kurdistanê bombebaran dike û xelkê sivîl ê van herêman şehîd dike."

 

Berpirsê Organa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)  ya herêma Balekayetî Luqman Werdî  herî dawî got; "Pêwîst e hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihê spasiya dewleta Tirk bike divê bi tundî û eşkere van destdirêjiyên dewleta Tirk şermezar bike û xwedî helwesteke cidî hebe. Dewleta Tirk bi hinceta PKK'ê herêmê bombebaran dike, lê, ji derveyî vê armanca wan ew e ku welatî gundên xwe vala bikin û xelk dest ji çandinî û lawirvaniyê berde. Dewleta Tirk cudahiyê naxe navbera welatiyên Başûr, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de. Ji ber vê divê aliyên siyasî yên Kurdistanê hevdu bigirin. Bi yekdeng û yekîtiya neteweyî bersiva van êrîşan bidin. "