Hikûmeta Herêmê: Em rêzê ji biryara Dadgeha Federal a Iraqê re digirin

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro têkildarî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya der barê xala yekem a destûra Iraqê de daxuyaniyek da.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Dadgeha Federal a Iraqê li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê Civata Wezîrên Iraqê, 6'ê Mijdarê biryara hejmar  122 derxistibû û xala yekemîn a Destûra Iraqê rave kiribû. (Komara Iraqê dewleteke federalî ya serbixwe ye, xwedî serweriyeke temam e ku sîstema hikûmraniyê komariya parlamenterî ya demokratîk  e. Ev destûr bingeha yekîtiya Iraqê ye.)  Herêma Kurdistanê her dem tekez kiriye ku ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera desthilata federal û herêmê de girêdayî rê û rêbazên destûra bingehîn û qanûnî ne.”

 

Daxuyanî bi van hevokan bi dawî dibe, “Di heman demê de em tekez dikin ku bi baweriya me divê ev yek bibe bingehek ji bo destpêkirina diyalogeke niştimanî ya giştî. Bicihanîna hemû xalên Destûra Iraqê bibe sedema parastina maf, desthilat û taybetmendiyên di destûrê de hatine destnîşankirin. Rêya tenê ya garantîkirina yekîtiya Iraqê ya ku di xala yekemîn de jî hatiye destnîşankirin ev e. Em rêzê ji vê ravekirina xala yekem a destûrê ya Dadgeha Bilind a Federalî re digirin.”