HPG’ê nasnameya gerîlayên li Dêrsimê şehîd ketin eşkere kir

83

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand û nasnameya 7 gerîlayên 1'ê Mijdarê li Dêrsimê şehîd ketin eşkere kir.

 

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

 

"Artêşa TC a faşîst, di şerê li Kurdistanê de her roj derban ji hêzên me yên gerîla dixwe û ji bo van derbên xwarî ji raya giştî ya Tirkiyeyê veşêre, xwe serketî nîşan dide. Di her operasyon û şer de hêzên me yên gerîla bi xurtî li ber xwe didin û li gelek cihan dikin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Li hin cihan şehîdên me rû bidin jî, bi giştî kuştiyên dijmin gelekî zêde ye û nagihêje armanca xwe. Roja 1'ê Mijdarê li qada Sîdar a Dêrsimê, di operasyona artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Artêşa TC bi teknîka xwe û balafirên şer demeke dirêj bombe li herêmê barand û piştre ji bejahî ve xwest oeprasyonê bimeşîne. Komeke ji gerîlayên me ku di dema operasyonê de li herêmê bû û hevalê me Savaş Ûrfa fermandarî jê re dikir, li hemberî hêza dijmin şerekî giran kir. Di vî şerî de ku bi saetan dewam kir fermandar Savaş û hêza gerîla ya pê re heta fîşeka dawî bi rengekî bê heman şer kirin û kirin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Di vî şerî de heval Savaş û 7 hevalên me yên pê re şehîd bûn. Nasnameya hevalekî me yê şehîd bû hê zelal nebûye.

 

           

Nasnav: Savaş Ûrfa

 

Nav Paşnav: Hamza Guler

 

Cihê Jidayikbûnê: Riha

 

Dayik-Bav: Beyaz-Halîl

 

Dem û Cihê Şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dêrsim

 

 

           

Nasnav: Cîhan Amed

 

Nav Paşnav: Mazlûm Turkoglû

 

Cihê Jidayikbûnê: Amed

 

Dayik-Bav: .. -Ekrem

 

Dem û Cihê Şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dêrsim

 

 

           

Nasnav: Çekdar Cîzre

 

Nav Paşnav: Ahmet Akbaş

 

Cihê Jidayikbûnê: Amed

 

Dayik-Bav: Remziye-Mehmet

 

Dem û Cihê Şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dêrsim

 

 

           

 

Nasnav: Dozdar Ararat

 

Nav Paşnav: Mehmet Çelîk

 

Cihê Jidayikbûnê: Êlih

 

Dayik-Bav: Şemsîhan Fatma-Abdullah

 

Dem û Cihê Şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dêrsim

 

 

           

 

Nasnav: Hêlîn Mûnzûr

 

Nav Paşnav: Gulan Tam

 

Cihê Jidayikbûnê: Îdir

 

Dayik-Bav: Emîne-Hamît

 

Dem û Cihê Şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dêrsim

 

 

           

Nasnav: Medya Dêrik

 

Nav Paşnav: Remziye Bagirtan

 

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

 

Dayik-Bav: Cemîle-Halît

 

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dêrsim

 

 

           

Nasnav: Tolhildan Semsûr

 

Nav paşnav: Ejder Yucedal

 

Cihê Jidayikbûnê: Semsûr

 

Dayik-Bav: Hîcrî-Medenî

 

Dem û cihê şehadetê: 1'ê Mijdara 2017 / Dêrsim

 

 

Berxwedana hevalê Savaş û hevalên me yên pê re, kevneşopiya berxwedanê ya Dêrsimê dewam kir û mîna di dîroka vê erdnîgariyê de tê dîtin îro jî serî li ber dijminê faşîst netewand. Dewleta TC a faşîst, bi berxwedana ku li çiyayên Dersimê li dijî êrîşên wê yên qirkirina Kurdan rast hat, careke din şoq bû û dost û dijmin her kesî dît ku pêşî li îradeya gelê Kurd nikare were girtin. Fermandar Savaş û hevrêyên me yên pê re, ji bo avakirina jiyana azad a li Kurdistanê careke din rê û rêbazên berxwedana li dijî faşîzmê nîşanî me dan.

 

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevalên xwe yên şehîd bûne û tevahiya gelê xwe yê welatparêz dixwazin. Di şexsê şehîdên me yên Dêrsimê de em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê geş bikin."