Îran alîkariya mexdûrên erdhejê yên Yarsan nake

41

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji Kirmanê bi dest ketine, hêzên hikûmetê û Supayê Pasdaran (parêzvanên şoreşê) ku ji bo rizgarkirina birîndaran û alîkariya mexdûrên erdhejê li parêzgeha Kirmaşan in, cudakariyê dixin di nav mexdûrên erdhejê û qet alîkariyê nadin Yarsanan.

 

Hate ragihandin ku heya niha alîkarî nedane gundên Yarsan tê de dijîn û hîn di sermayê de dijîn. Ji aliyê din hemû xaniyên wan rûxiyane.

 

Ji ber serma zêde ya niha, pêwîstiya  welatiyên mexdûrên erdhejê bi lezgîîn bi alîkariyê heye. Ji ber vê bang li kesên dilxwaz hat kirin ku alîkariyê bigihînin herêmê.