Ji Meclîsa Gel a Mexmûrê ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariya lezgîn

25

 

 

MEXMÛR / ROJNEWS

 

 

Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) têkildarî erdheja şeva 12’yê Mijdarê di xeta Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de di pileya 7.3’ê de pêk hat her wisa jî li Rojava û Bakurê Kurdistanê hat hîskirin û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û ziyanên madî pêk hat de daxuyaniyek nivîskî ya çapemeniyê da.

 

Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê di daxuyaniya çapemeniyê de da zanîn ku ew weke gelê Wargeha Mexmûrê ji ber encamên erdhejê pir xemgîn in û êşa gelê xwe yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê parve dikin.

 

‘Em êşa gelê xwe di dil de hîs dikin’

 

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di encama erdheja di şeva 12’yê Mijdarê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Dalaho, Kirmanşan, Selasî Bewecanî, Îslamadî Xerb, Qesrî Şîrîn, Ciwanro û çend bajarên Başûrê Kurdistanê pêk hat de bi sedan welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û gelek zerarên madî pêk hatin. Lewra em pir xemgîn in û êşa gelê xwe di dil de hîs dikin û parve dikin.”

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku erdheja rû daye de gelê me yê hêja û dilsoz, zerar û ziyaneke mezin a can û mal dîtiye. Li Başûr û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Kirmanşahê gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da. Di demsala zivîstanê de rûdana vê karesata xwezayî ya bi êş birînên gelê me yê Rojhilat kûrtir kir û bêderfetiya heyî êşê mezintir kir. Em weke gelê Kurd ku xwedî hişmendî û çandeke şîn û şahiyên me yek in tevdigerin û di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin. Ji bo vê jî di hemû demên zor û zehmet de em bi xwe bûne derman ji bo birînên xwe û bi demê re hemû zorî bi yek dest girtinê hatine derbaskirin.”

 

‘Divê seferberiya alîkariyê dest pê bike’

 

Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê di daxuyaniyê de banga xwedîderketinê bi awayê seferberî li gelê Kurd û aliyên xêrxwaz kir û wiha hate gotin; “Dem dema xwedîderketina li gelê Rojhilat e! Pêwîst e li çar parçeyên welat û li derveyî welat seferberiya alîkariyê ji bo gelê me yê mexdûr were kirin ku di vê demsalê de malbatên me yên hêja zêdetir mexdûr nebin.”

 

Di daxuyaniya de hate diyarkirin ku ew weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî êşa gelê xwe di kûrahiya dilê xwe de hîs dikin û parve dikin û wiha hat gotin: “Weke gelê penaber banga me ji bo tevayî gelê Kurd ew e demek ji ya din zûtir alîkariya pêwîst ji bo gelê me yê mexdûr were kirin û birînên gel werin pêçan.

 

Di dawiya daxuyaniyê de Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê ji bo tevayî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bo malbatên birîndaran jî şîfaya lezgîn xwest.

 

(wd)