NAVENDA NÛÇEYAN

Di şeva 12'ê Mijdarê de bi pileya 7.3 li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê erdhej çêbû û li çend welatên cîran hate hîskirin. Ji ber erdhejê li Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes bûn qurbanî. Li Başûrê Kurdistanê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û li gorî daneyên fermî 321 kes jî birîndar bûn.

 

Berpirsê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Mîran Mihemed diyar kir ku bi giştî 85 birîndar anîne Beşa Lezgîn ê Nexweşxaneya Silêmaniyê û niha li nexweşxaneyê tenê 10 birîndarên navçeya Derbendîxan mane.

 

Rêveberê Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Helebce Dr. Aras Heme Seîd têkildarî mijarê wiha got; "Nêzî sed birîndar anîn Nexweşxaneya Helebce û ti kesî jiyana xwe ji dest neda. Niha ti birîndar li nexweşxaneyê nemane."

 

Cîgirê Rêveberiya Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Şehîd Hejar a Germiyan Helgurd Heme Emîn jî der barê birîndarên li gel wan ev agahî parve kir; "Li herêma Germiyan zarokek 12 salî û zilamek 86 salî jiyana xwe ji dest dan. Dest û piyên 10 kesan jî şikestine. 85 kes jî tirsiyan û şok derbas kirin. Niha ti birîndar li nexweşxaneyê nemane."

 

Li Xaneqînê ya Diyale jî nêzî 40 kes birîndar bûn, lê niha ti kes li nexweşxaneyê nemane.

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here