Li Sûriyeyê 5 navendên leşkerî yên Îranê hene

27

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Saziya (Mûnezemeya) “Mucahîdî Xelaq” a Îranî agahiyên hesas û giring der barê baregeh û navendên leşkerî yên Pasdarên wê yên li Sûriyeyê eşkere kir.

 

Mûnezemeya Îranî di rêya rapora ku li ser malpera xwe weşand da zanîn ku 5 eniyên sereke yên milîsên mezhebî li Sûriyeyê ku aîdî Îranê ne û dixwazin kontrola xwe li ser heremên Sûriyeyê bikin eşkere kir.

 

Sazî, di rapora xwe de diyar kir ku rola aktîf a operasyonên şer ên li Sûriyeyê diqewimin ji aliyê milîsên mezhebî ku ji aliyê Tehranê ve piştgrî digrin tê kirin, ku  ew mezheb perspektîfên xwe ji pasdarên Sewrî Îranê digirin.

 

Di berdewamiya agahiyên ku hatin parvekirin de hate xuyakirin ku eniya yekemîn navendên fermandariya Îranê ya navendî  ye ku di nav de navenda Cam tê nasîn ku li rex balafirgeha Sûriyeyê Şamê dikeve, bi vê navendê di rêya Hewayî de hêz li eniyên Sûriyeyê têne belavkirin.

 

Di heman demê de navenda (Sikna El Şîbyanî) ku li rojavayê paytexta Sûriyeyê dikeve, Lîwa ango Tugeya El Mexawîr tîma 19 (Fecir Şîraz), milîsên Fatimîyyûn û Hizbullah, dihewîne.

 

Ji aliyekî din ve jî da zanîn ku Eniya Başûrê gundewarê Şamê, Dera, Quneytira û Siwêda dihewîne, ku di nav de jî (Sikna Zeyneb), navenda Yermûk, Navenda Moşkên Sam li Azira ku pêve jî yekîneya moşeka ya tîma Mihdî Şêraz û hêzên hewayî yên girêdayî hêzên pasdaran e, heye.

 

Mûnezemeyê destnîşan kir ku Eniya Rojhilat di nav xwe de parêzgehên Hesekê, Dêra Zor, Reqa û Qamişlo digire. Navendên herî girîng balafirgeha Şayrat a leşkerî û belafirgeha T4  ku têde hezar pasdarên komarî û hêzên Rûsî yên taybet û hêzên Minexawîr di nav de heye.

 

Eniya Bakur fermandariya operasyonên Heleb û (Sikna Micinzirat) li nêzî sînorên Tirkiye, Bajarê Mayîr ku bû navendeke leşkerî di bin serweriya pesdarên Sewrî û 2 hezar çekdarên pesdarên Sewrî li eniya Beravê (Sahil) in.

 

Li gorî texmînên ku ji aliyê saziyê ve hate diyarkirin ku nirxandina nû ya bicihbûna hêzên Îranî li Sûriyeyê 70 hezar kesî derbas dike ku ji nav 20 hezar ji milîsên Iraqî û Afxanî ne, ji aliyekî din ve jî 7 hezar Pakistanî û 10 hezar çekdarên milîsên Hizbullah in.