Partiyên Kurd ên li Kerkûkê bêyî Goran û PDK’ê civiyan

29

 

 

SORAN MIHEMED/KERKÛK

 

 

Li Ofîsa Partiya Komunîst a Kurdistanê îro partiyên Kurd ên li Kerkûkê bêyî Tevgera Goran û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiyan. Piştî du saetan civîna wan bi dawî bû.

 

Piştî civînê li ser navê partiyên beşdarî civînê bûne, Berpirsê Pêwendiyên Partiya Komunîst a Kurdistanê yê Kerkûkê Bextiyar Seîd daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; "Biryar hate dayîn civînên me bidomin û pêwendiyên partiyên Kurdistanî hebin. Ji bo civîna yekrêziya hemû partiyên Kurdistanî ya di zûtirin demê de kar bikin. "

 

Di berdewama daxuyaniyê de ev xisûs hatin destnîşankirin; "Em daxwaza civîna Encumena Parêzgeha Kerkûkê dikin. Bi şêwazekî ku bikare waliyê nû yê Kerkûkê hilbijêre. Civînê parastina bi hev re jiyana pêkhateyên a bi aştiyane pêwîst dît. Pêwîst e hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê bêcudahî  mal û canê welatiyan biparêze.  Her wiha daxwaza vekişîna hêzên leşkerî ji nava Kerkûkê û bidawîhatina bûyerên çekdarî  dikin."