Ruhanî piştî 5 salan çû Kirmanşan

30

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî piştî erdheja bi hêz îro piştî 5 salan çû parêzgeha Kirmanşanê.

 

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di civîna çapemeniyê ya li Kirmanşanê hat lidarxistin de got; "Yek ji daxwazên min ew bû ku bême Kirmaşanê, lê min nediwest di rewşeke wiha de werim.

 

Ruhanî diyar kir ku divê gel bi xwe malên xwe ji nû ve ava bike. 

 

Di erdheja li Kirmanşanê de heta niha 430 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 7 hezar  û 300 kes jî birîndar bûne. Tê gotin ku 12 hezar xanî bi tevahî hilweşiyane.