Silêmanî di temenê xwe yê 233’ê saliyê de ye

19

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

Bajarê Silêmanî di sala 1784’an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin ku îro 233 sal li ser avabûna wê re derbas dibe.

 

Navê Silêmanî

 

Têkildarî wateya peyvê ya navê Silêmaniyê de çend fikrên cuda hene. Hinek çavkanî dibêjin ku Îbrahîm Paşa navê bapîrê xwe li Silêmaniyê kiriye ku navê bapîrê wî Silêman e, hinek jî dibêjin bi navê kurê Îbrahîm Paşayê Baban hatiye binavkirin. Ev her du nêrînên li jorê hatine gotin ji aliyê dîrokzanan ve zêdetir tên piştrastkirin.

 

Beriya ku Îbrahîm Paşa hîmê bajarê Silêmanî deyne çend sal li bajarê Bexdayê jiyaye û dema vegeriya Qelaçolan her timî xwestiye bajarekî şaristanî û nûjen ji bo mîrîtiya xwe ava  bike. Dema Îbrahîm Paşa carek ji bo nêçîrê tê herêma Melkendî (navenda Silêmaniya niha) biryar dide ku li wir paytexteke nû ji bo mîrîtiya xwe ava bike. Kesên xwedî huner û şehreza ji bo çêkirina bajarê Silêmaniyê ji Rojhilatê Kurdistanê tîne û bajar bi şêweyekî nû ava dike.

 

Mezinbûna Silêmanî

 

Silêmanî her ji destpêka hatiye avakirin ve ji aliyê Îbrahîm Paşa ve bi armanca ku bajarekî fireh û mezin be hatiye avakirin û hîmê wê jî li gorî wê daniye. Dema hîmê bajarê Silêmaniyê hate danîn hêjmara malên  li Qelaçolan ku nêzîkî devera Silêmaniyê ye û wê demê navenda mîrîtiya Îbrahîm Paşa bû, nêzî 2000 mal in. Piştî ku biryar hate dayîn bajarê Silêmanî were çêkirin piraniya van malên li Qelaçolan jî li gel Îbrahîm Paşa derbasî Silêmaniya niha bûn û hîmê bajêr danîn û bi vî awayî hêjmara niştecihên Silêmanî her ji destpêkê ve zêde bûye.

 

Îbrahîm Paşa name ji hemû gundên dikevin herêmên ser bi mîrîtiya xwe û ji her kesî dixwaze ku koçî nava Silêmaniyê bikin da ku Silêmanî bibe bajêr. Ji lewma her çû niştecihên bajarê Silêmaniyê zêde bûn. Her çiqasî  der barê nifûsa bajarê Silêmaniyê de hejmareke zelal li ber dest nîne jî, tê gotin  nifûsa Silêmanî di 36 saliya xwe de gihiştiye 10 hezar kesî û hejmara malan jî 2 hezar û 144 in. Ji wan malan 130 Cihû, 9 mal Keldanî û 5 mal jî Ermenî bûn.

 

Silêmanî û Pîşesazî

 

Hîn ji destpêka avabûnê ve gelek pîşesaziyên curbicur di nav de Silêmaniyê de ku hebûn a girîng jî Kargeha çêkirina sabûn, hesinkarî, xalîçêkirin, Rengkirina cilan û çekirina çeqmaq û hwd. Her wiha ev jî bûye çavkaniya jiyan û pêşketina bajêr.

 

Fikrê  rewşenbîrî li Silêmanî

 

Silemanî her ji destpêke ve kesên ku cihê xwe terk kirin û berê xwe dane bajarê Silêmanî xwedî fikrên cuda û ji guhertinan hez dikirin. Paşê piştî hebûna terîqeta Qadirî û Nexşîbendî, ev bajêr bûye cihê mûneqeşe û fikrên cihêwaz yên olî. Ji derveyî vê Îbrahîm Paşa gelek girîngî daye helbestvan û rewşenbîran. Bi vî awayî jî bajêr bûye cihê helbestan van û rewşenbîran. Helbestvanên weke Nalî, Kurdî û Salim li vî bajarî niştecih bûne. Ji lewma ev bajar di serdema mîrîtiya Babaniyan de her bi vî awayî bûye. Cara yekemîn çapxane li Başûrê Kurdistanê hatiye bajarê Silêmanî ku çapxane jî ya Pîremêrd bû.  Zanîngeha yekemîn a Başûr jî li Silêmaniyê hatiye çêkirin. Niha jî weke paytexta rewşenbîrî ya Başûrê Kurdistanê tê zanîn.

 

Cografyaya bajarê Silêmanî

 

Bajarê Silêmaniyê di warê pehnahiyê de di paralela 34-35 pileyê dikeve aliyê Bakur, dirêjahiya xwe jî dikeve paralela 46-45 pile li milê rojhilat. Her wiha dikeve Başûr Rojavayê welatê Asyayê û dibe Bakurê Rojhilatê Herema Kurdistanê.

 

Silêmanî ji Bakurê rojhilat ve rêzeçiyayê Ezmer heye ku bilindbûna xwe ji deryayê ve Hezar û 702 metreye. Çiyayê Gowîje jî heye ku hezar û 424 metre bilind e û ji Başûr ve jî çiyayê Beranan hyê ku bilindbûna xwe hezar û 373 metre ye. Silêmanî xwedî Golanên mezine. Navê yek ji wan Dukan û her wisa gola Derbendîxan heye.

 

Silêmanî û Siyaset

 

Di avakirina Silêmanî ku ji aliyê Îbrahîm Paşa ve hatiye çêkirin de jî armanceke siyasî hebû ku ev jî mezinkirin û berfirehkirina mîrîtiyê bû û dixwest xwe ji sînorê Îranê dûr bigire, ji êrişên Îraniyan biparêze bû. Ji lewma ev bajêr her timî bûye bajarekî di warê siyasî de zindî û navenda çalakiyên siyasî. Bi hilweşîna desthilatiya mîrîtiyê re jî ev bajar nasnameya xwe ya siyasî ji dest nedaye û bi berdewamî çalakbûneke siyasî di têde hebûye.

 

Silemanî di sala 1918’an de bûye paytexta hikûmeta Şêx Mehmûd Berzencî û bûye dergûşa raperîna sala 1991 ya Başûrê Kurdistanê.

 

Bajarê Silêmanî niha jî bûye bajarê çalakiyên medenî û siyasî û navenda xwepêşandan û nerazîbûnan. Ji lewma weke aliyên siyasî dibêjin, bûye bajarê alozî, boykot û nakokiyan.

 

 

Di van salên dawiyê yê Silêmaniyê de sê aliyên siyasî yên nû li bajarê Silêmanî çêbûye. Tevgera Azadiyê, Tevgera Goran, Bereya Nû, Hevpeymanan ji bo demokrasî û dadperweriyê avabûn. Herî zêde jî di nava van salan de civînên partiyên siyasî, xwepêşandan, grevên birçîbûnê û çalakiyên girseyî hatine lidarxistin.

 

Hêjayî gotinê ye ku salane di vê rojê de li Silêmaniyê gelek çalakiyên curbicur tên lidarxistin. Lê weke rêveberên bajarê dibêjin, ji ber erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat û bû sedema mirin û wendahiyên mezin û wêrankariyeke mezin pêk hat, nabe ti çalakî bi boneya salvegera damezrandina bajarê Silêmanî pêk were.