Barzanî: Biryara betalkirina encama referandûmê siyasî ye

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Mesûd Barzanî diyar kir ku biryara Dadgeha Federal a betalkirina encama referandûmê siyasî ye û got; “Li her dewletek federal hebûna dadgehek federal yasayî ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên dikevine navbera herêm û navendê de. Belê çend pirsên destûr û yasayê yên cidî hene. Bi taybetî biyarên demên dawî de.”

 

Barzanî got ku Dadgeha Federal li hemberî hemû binpêkirinên destûrî yên hikûmeta Iraqê bêdeng bûye û got; “Bi biryara nedestûrane ya ser referandûmê ku bi fikrê siyasiyane nêz bûye û ti famkirinek ji bo vê mijarê çênebûye.”

 

Barzanî got ku divê Dadgeha Federal bersiva pirsa çima ji Sibata 2014’ê heya niha kesekî bi kîjan madeya destûrê bi îmzeyekê bûdceya gelê Kurd biriye? û got; “Biryara Dadgeha Federal a Iraqê biryarekî yek alî û siyasî ye. Xalên destûrê di berjewendiyên hinek aliyên siyasî de tên pêkanîn.”

 

Hêjay gotinê ye ku îro Berdevkê Dadgeha Federal a Iraqê Eyas Samuk got; “Dadgeha Bilinda Federal a Iraqê biryar daye ku ew referandûma di 25’ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê û navçeyên bi nakok hatiye kirin, ne destûrî ye.”

 

(rn)