Asayişa PDK’ê bi ser mala endamekî Tevgera Azadî de girt

31

 

 

ŞÊLADIZ/ ROJNEWS

 

Der barê bûyerê de Emîn Oremarî ev agahî dan ajansa me; “Saetên direng ên îşeve, hêzên asayişa PDK’ê bê destûra dadgehê hebe, bi ser mala min de girtin.”

 

Emîn Oremarî wiha jî got; “Ez îşev çûbûm serdana hevalek xwe. Li malê tenê hevser û zarokên min hebûn. Dema ser malê de girtin ez ne li malê bûm. Li mala min lêgerîn pêk anîn û pirsa min kirin. Asayişê ji zarokên min pirsîn ka kî tê mala min û pirsa mêvanan hene kirine.”

 

Emîn Oremarî diyar kir ku hêzên asayişê piştî li tevahiya malê lêgerîn pêk anîn, ji wir veqetîne.

 

(rn)