‘Di roja îro de bi navê Îslamê gelek karên dûrê mirovane tên kirin’

31

 

 

SORAN MIHEMED/ KERKÛK

 

Welatiyê bajarê Kerkûkê yê bi navê Mihemed Yunis wiha got; “Ev roje di tevahiya cîhanê de pir pîroze. Îro mirovê herî mezin jidayik bûye. Ew jî Pêxemberê Îslamê ye. Bila di vê roja pîroz de, kîn û nefret bê tinekirin. Dest bidin destê hev. Bila êdî mirov xwînê ne rijînin. Ji ber ku Îslam dijî tundûtûjî û rijandina xwînê ye.”

 

 

Mihemed Yunis got; “Ez dua dikim ku di vê roja pîroz de li ser Iraqê û taybetî Kerkûkê aramî pêk were. Her wiha îro jî bibe roja hevdû qebûlkirina hemû çîn û fikrên cûda.”

 

‘Îro bi navê Îslamê gelek karên nemirovane tên kirin’

 

Welatiyek din ê bajarê Kerkûkê bi navê Eyad Ehmed jî wiha got; “Mixabin îro bi navê olê Îslamê gelek karên ne mirovane û dûrê pîvanên ola Îslamê tên kirin. Ev jî hewldanên dijminên vî olê pak ku dixwazin bi navê Îslamê, Îslamê tine bikin.”

 

 

Di dawiyê de Eyad Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Di vê rojê de bila êdî hefdû ne famkirin û rijandina xwînê çênebe. Îslam ola hevdû qebûlkirinê ye. Ne ola dijbertî û tinekirina hevdû ye.”

 

 

 

(rn)