Aldar Xelîl: Cinêva rast ev hilbijartinin

22

 

 

HESEKÊ/ ROJNEWS

 

Di dema Aldar Xelîl di rêzê de rawestiyabû ji ajansa me re axivî û der barê hilbijartinan de nirxandin kir. Xelîl di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Bi rastî dîrokeke nû tê nivîsandin, evcoş û heyecana îro di van hilbijartinan de pêktê dîrokeke nû dinivîse."

 

Xelîl destnîşan kir ku serkeftina hilbijartinan serkeftina sîstema demokratîk û biratiya gelane û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Hilbijartinên îro dîroka nû li Sûriyê vedike û serkeftinên mezin bi dest dixin. Ev dîrok bi ked û tekoşîna şehîdan û gelê me hatiye nivîsandin."

 

'Cinêva rast li vir e'

 

 

Hevserokê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe de Civîna Cinêv-8 jî nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me hêvî dikir ku hemû hewldanên navnetwî ji bo pêşxistinaçareserkirina demokratîk bin. Hişmendiy ademokratîk pêşbixin, em sîstema demokratîk sazdikin, me hêvî dikir li Cinêvê nûnerên hemû gel di danûstendinan beşdar bana. Lê em dibêjin ku Cinêva rast îro li vir e ev gel nîşan dide."

 

'Ev hilbijartin rastiya gelê me nîşan dide'

 

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Îro di hilbijartinan de rastiya gelê me ya berxwedêr tê nîşandan. Îro ev hilbijartin serkeftinên sîstem û şoreşa me nîşan dide."

 

(rn)