Çalakiyeke jîngehî ji Komeleya Hişyaran

33

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

Endama Komeleya Hişyar Zîne Salim têkildarî armanca vê xebata xwede ji me re axivî û got: “Em weke Komeleya Hişyar karên xwe di çarçoveya pirtûk û xwendinê de ye. Îro me li gel endamên komele rabûn çend kolanên bajarê Kerkûk û baxên giştî paqij kir da ku bajarê me xweşîktir bibe û bibe xwedî jîngehekî paqij.”

 

 

Zîne  Salim diyar kir ku wan vê xebata xwe bi boneya 25’ê Mijdarê kirine û got, ew weke Komeleya Hişyaran piştgiriyê didin mafê jinan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em jin ji nava malê derkevin û ji bo destxistina mafên xwe bixebitin.

 

Her wiha xwendekarê dibistana navendî û endamê Komeleya Hişyar, Osman Salim li ser çalakiya komeleya xwe wiha got; “Çalakiya me ji bo paqijkirina başare. Piştre cihên ji bo xwendina pirtûkan, balkişandina welatiyan ji bo xwendina pirtûkan çêbikin.”

 

‘Keçan di temenê biçûk de nedin zewicandin, bila zarokatiya xwe bijîn’

 

 

Osman Salim wiha jî got; “Em hêvî dikin ku komeleya me pêş de biçe. Di nav bera me de cûdahiyên rêgezî nemînin. Em piştgiriya mafên jinan dikin. Ti civakek bê hebûna jinê nikare bimeşe. Em cardin zewicandina keçan di temenê biçûk de şermezar dikin. Em dibêjin nedin zewicandin, bila zarokatiya xwe bijîn û giringî bidin jiyana xwe.”

 

Komeleya Hişyar, komeleyek rewşenbîrî ye û 7 mehin hatiye damezrandin. Karê vê komgelyê bal kişandina welatiyan ji bo xwendin û parastina jîngeyê ye.

 

 

 

 

(rn)