Çalakvanên Rojhilat salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin

43

 

 

ELÎ QADIR/ QELADIZÊ

 

Di çalakiyê de peyama pîrozbahiyê ya çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Zagros Sine ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Di 40 salên têkoşîna Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê de û şerê dijî dagirker û dijminên gelê Kurdistanê de, ji bo gelê Kurd destkeftiyên mezin hatin bidestxistin.”

 

Di dewama peyamê de wiha jî hate gotin; “Li gel ew komkujiyên ku dewleta Tirk, Iraq, Îran û Sûriyê li ser gelê Kurd dane meaşndin jî, bi pêşengiya dewleta Amerîka û emperyalîzma faşîsta cîhan û Tirk li dijî Rêber Apo û tevgera azadiyî komployek navnetewî hate meşandin. Armanc jî ji bo tinekirina xeta azad a gelan û sîstema konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê bû, ku îro bûye hêviya gelê Kurd û herêmê.”

 

 

Di dawiya peyamê de wiha jî hate gotin; “Em weke çalakvanên medenî û siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, vê rojê li Rêber Apo, gerîlayên tevgera me li serê çiyan, malbatên şehîdan û gelê welatparêz pîroz dikin. Hêvî dikin 40’emîn sal bibe sala azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Li ser vî bingehî jî emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

 

Piştre çalakî bi gotina dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî PKK’, ‘Bijî aştî û jiyana bihev re ya gelan’ û gerandina govendê, bi dawî bû.

 

 

(rn)