Erdhejeke bihêz Kirman a Îranê hejand

22

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Tespîtkirina Erdhejan a Zanîngeha Tehranê ragihand ku serê vê sibê li gorî dema Îranê saet 07.02’yan de erdhejeke bihêz a bi pileya 6,1 bajaroka Rawerî ya dikeve bakurê parêzgeha Kirmanê hejand. Heya niha zerarên canî yên erdhejê nehatine ragihandin.

 

Îşaret bi vê jî hatiye kirin ku rêyên gundên derdora vê bajarokê bi sedema erhejê hatine girtin û pir bi xanî û malên welatiyên rastî zerareke mezin a maddî hatine.

 

Piştî erdheja serê vê sibê û heya amadekirina nûçeyê jî 12 rêzeerdhejên biçûk jî li Kirmanê rû dan. 

 

(rn)