Esnaf daxwaza vekirina deriyê navbera Şengal û Başûr dikin

30

 

 

SALIM EMO / ŞENGAL

 

 

Piştî referandûma Başûrê Kurdistanê û herêmên dikevin paralela 140. ku ketin destê hêzên Iraqî û Heşdî Şebî bandoreke xerap li niştecihên Kurd ên li van herêman dijîn dike û dibe sedem ku di warê bazirganî û hatin û çûyînê de pirsgirêkan bijîn. Deriyê di navbera Şengal û Herêma Kurdistanê de ku berê di destê  PDK’ê de bû û paşê ji Heşdî Şebî re hiştin, ji dema fermana 73. heya niha weke pirsgirêkeke cidî li pêşiya esnaf û niştecihên Şengalê disekine û heya roja îro jî ev pirsgirêk çareser nebûye. Berê asayîşa PDK’ê pêşî li esnaf û niştecihên Şengalê digirt ku derbasî Herêma Kurdistanê nebin, niha ji ber aloziya di navbera Iraq û herêma Kurdistanê de ev rê hatiye girtin û esnaf nikarin bazirganiyê bikin û pêwîstiyan ji Başûr bînin.

 

Şengal jî ku dibe yek ji wan herêmên nîqaş li ser hene yên 140, rasterast ji aloziyên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi awayekî neyênî bandor dibe.

 

Esnafê bi navê Nayif Elî nerazîbûn nîşan da girtina rê ya di navbera aliyan de û got: “Em ji bo debara jiyana xwe di nava hewldanan de ne û bi vê dikana di destê xwe de hewl didim li zarok û malbata xwe binêrim. Ji ber deriyê di navbera Şengal û Herêma Kurdistanê de hatiye girtin, her wiha ji ber aloziya li Iraqê û ne ewlebûna heyî em naxwazin biçin van pêwîstiyên xwe ji Mûsilê jî dabîn bikin. Heya niha em her diçin van pêwîstiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bigirin.”

 

 

Esnafekî din ê bi navê Silêman Emer jî diyar kir ku ew berê fermanê hemû pêwîstiyên xwe ji Mûsilê dikirîn û niha ji ber alozî û ne diyar bûna rewşa Mûsilê naxwazin biçin Mûsilê û got: “Me beriya fermana 73. pêwîstiyên xwe ji Mûsilê digirt. Lê, ji ber rewşeke bi ewle li wir nîne em naxwazin biçin pêwîstiyên xwe ji wir bigirin. Ji ber deriyê milê Başûr bi temamî hatiye girtin, pêwîstiyên xwe ji Rojava digirin.”

 

 

(rn)