Gazprom a Rûsî xebatên xwe yên li Helebceyê rawestand

38

 

 

HAWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Li gorî lihevkirina di navbera şîrketa Gazprom ya Rûsî û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî de, wê Gazprom’ê dest bi derxistin û kolandina bîrên petrolê li Helebceyê kiriba. Lê, hate zanîn ku Gazprom xebatên xwe yên li Helebceyê bi hinek sedemên cuda daye sekinandin û li beramber vê xebatên xwe derbasî zeviyên neftê yê Şakel ku dikeve devera Koyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê kiriye.

 

Di destpêka sala 2013’an de şîrketa Global a Amerîkî û Gazproma Rûsî li herêma Kurdistanê dest bi lêgerîn û derxistina gaza xwezayî û neftê kir. Lê ev du sal e Şîrketa Global dawî li karên xwe aniye û Gazprom jî niha dest ji karê li devera parêzgeha Helebceyê kişaye û berê xwe daye zeviya neftê ya Şakel a devera Koyê.

 

Waliyê bi wekalet ê Helebceyê Elî Osman di vê der barê de agahî da û got: “Her çiqasî agahiyên me der barê berfirehiya naveroka lihevkirina  ji bo derxistina neftê û kolandina bîran a di navbera şîrketa Gazprom û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye îmzekirin nîne jî, em vê dizanin ku niha şîrketa Gazprom herêm terk kiriye û xebatên xwe li vir daye sekinandin.”

 

 

Waliyê Helebceyê îşaret bi sedema ku Gazprom xebatên xwe daye sekinandin jî kir û wiha got: “Li gorî agahiyên ku ji me re hatiye dayîn sedema terkkirina zeviyên neftê yê Helebceyê ya Gazpromê ji ber erzanbûna neftê û mesrefa zêde ya ji bo derxistina neftê dide ye. Her wisa hate gotin ku li beramberî vê yekê wê li zeviyê neftê yê Şakel bîrekî neftê bikolin.”

 

Alîkarî Waliyê Helebceyê Kawe Elî sedemeke din a nekarkirina Gazpromê li Helebceyê vegot û wiha pêde çû: “Bi sedema ku mayîn hene, teqemenî û her wiha ji ber sedemên ewlekariyê Gazprom’ê karên xwe yên li herêma neftê ya Helebceyê daye sekinandin. Ji ber vê jî hikûmeta herêmê razî kiriye ku li zeviyên neftê ya Şakelê bîra duyemîn ya neftê bikole. Ev jî li gorî agahiyên rêveberiya giştî ya şîrketa Gazprom’ê ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye ye.”

 

 

Elî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew weke îdareya parêzgeha Helebceyê nikarin rexne li karê Gazprom bikin, ji ber lihevkirin di navbera wan û Gazprom’ê de nehatiye kirin û got: “Heya niha jî em nizanin ev lihevkirina Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi Gazpromê re  ya li ser zeviyên neftê yên Helebceyê li ser çi bûye û di naveroka wî de çi heye.”

 

Zeviyên neftê yên Helebceyê li navend Helebceyê, bajaroka Bemo, Sîrwan, Xurmal û Biyare ku dikeve ser Helebceyê hene.

 

(rn)