Îranê merasîma bîranînê ya nivîskarê Kurd qedexe kir

24

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavlirê bû îro li Salona Pasargadî ya Taxa Şehrekî Xerb a Tehrana Îranê merasîma bîranînê ya nivîskar û lêkolînerê Kurd Elî Eşref Derwêşiyan pêk hatiba, ku 26’ê Cotmehê di temenê xwe yê 76 salî de wefat kiribû, Wezareta Çandê ya Îranê qedexe kir.  

 

Zêdeyî 30 pirtûkên Derwêşiyan yên bi zimanê Farisî hatine çapkirin. Bi taybet naveroka pirtûkên Derwêşiyan xizmetê ji wêje û çanda Kurdî re dike. Pirtûka ‘Efsaneya Gelên Îranê’ ku ji 19 cildan pêk tê û bir hevkariya Reza Xendan Mahabadî hatiye amadekirin, weke yek ji pirtûka wî ya herî vi nav û deng tê zanîn.

 

Derwêşiyan weke yek ji çîroknivîsên tên nasîn ên Îranê de tê qebûlkirin û xwedî cihekî diyar e di nava çîrok nivîsên Îranê de.

 

Pirtûkên Derwêşiyan bi zimanên Kurdî, Erebî, Fransî, Fînlandiyayî û Îngilîzî û gelek zimanên din yên cîhanî hatine wergerandin.  

 

 

(rn)