Ji hilbijartinên dîrokî yên Bakurê Sûriyeyê re eleqeyeke mezin — BI WÊNE

30

 

 

 

ROJAVA / ROJNEWS

 

 

Gelên Bakurê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê îro ji bo hilbijartineke dîrokî ref bi ref û bi eleqeyeke mezin diçin ser sindoqan. Li gorî çavkaniyên me yên ji herêmê ragihandine jî eleqeyeke mezin a gelên herêmê ji bo van hilbijartinên herêmî yên Bakurê Sûriyeyê heye.

 

 

Weke di wêneya de jî xuya dike hilbijartin di rewşeke bi ewle, aram û bi hewayeke kêfxweşiyê de berdewam dike. Tevlîbûn û kêfxweşiya zêde ya jinan jî yek ji xaleke balkêş a hilbijartinan e û heta kesên astengdar û nexweş jî bi hestyariya girîngî û dîrokîbûna hilbijartinan berê xwe dane sindoqan.

 

 

Hilbijartinên komunan ku di meha Îlonê de hatibû kirin û ev hilbijartinên meclîsên herêman ku weke qonaxa duyemîn a hilbijartinê ye li sê herêman Efrîn, Firat û Cizîrê ku ji kantonên Efrîn, Şehba, Girê Spî, Kobanê, Qamişlo u Hesekê pêk tên, bi rê ve diçe.

 

 

Li gorî biryara Komîseriya Bilind a Hilbijartinê wê sindoqên dengdanê saet 20:00`an werin girtin.

 

Cara yekeyê li Bakurê Suriyeyê hilbijartineke wer demokratîk a rêveberiyên herêmî pêk tê û hemû gel ji bo xwe bi xwe bi rê ve bibin dengê xwe bi kar tînin û meclîsên xwe ava dikin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)