Karayilan: Destê dirêjî Efrînê bibe wê bê qutkirin

31

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan bi gerîlayên nû re civiya û li ser rojevê peyamên girîng da.

 

Karayilan bi gerîlayên nû re tevlî pîrozbahiya sala 40. a PKK’ê bû, li ser şerê li Bakurê Kurdistanê, gendeliya AKP’ê, amadekariyên êrîşê yên bi ser Efrînê de, li ser têkiliyên DYA-YPG’ê û li ser pêvajoya pêş me peyamên girîng da.

 

Murat Karayilan li ser îdîayên AKP’ê yên der barê têkiliyên PKK-DYA’yê agahiyên girîng da. Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel got, "Destê ku bi ser Efrînê de direj bibe wê were qutkirin."

 

Bi munasebeta salvegera damezrandina 40. a PKK’ê li Herêmên Parastina Medya, li kampa Şervanên Nû ya Dibistana Şehîd Erdal şahiyeke pîrozbahiyê hat lidarxistin. Di şahiyê de destpêkê ji bo bîranîna tevahî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê merasîmek hate çêkirin. Di merasîmê de Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan, Raperîn Engîzek û Şiyar Semsûr, Koma Amara û bi sedan şervanên nû yên beşdarî nav refên PKK’ê bûne, amade bûn. Şahî bi merasîma ku  Karayilan hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî, dest pê kir. Karayilan 39. Salvegera PKK’ê li hemû şervanên nû pîroz kir û di sala 40. a PKK’ê de ji şervanan re serkeftin xwest. Di merasîmê de  Karayilan ji şervanan re wiha got:

 

‘Hûn 5 kes in? Li gor ez dibînim hûn ji sedî derbas dikin’

 

“Rayedarên dewleta Tirk dibêjin, di vê mehê de tenê 5 kes tevlî PKK’ê bûne. Hûn hemû jî di vê mehê de beşdar bûne. Ez ji we dipirsim; ma hûn 5 kes in? Li gor ez dibînim hejmara we dehan, sedan derbas dike. Ev sekna we, ev merasîma we îspat dike ku, dewleta Tirk çiqas derewker e. Ji ber vê sekna we û di vê serdema girîng de tevlîbûna we ya nav refên me yên têkoşînê ez we hemûyan teqdîr dikim, pîroz dikim. Hûn tam jî di sala 40. de beşdarî têkoşîna me bûne. Ez bawer dikim sala 40. wê hîn xurt, hîn bibandor bibe. Tevlîbûna we hevalên ciwan, hêzek daye Tevgera me û ev misoger e. Ji ber vê dewleta Tirk a dagirker ji tevlîbûna we ditirse, yek bi yek hesap dike û ji bo civakê bixapîne jî bi israr dibêje, tevlîbûn pir kêm bûye. Her tevlîbûnek rêya diçe serkeftinê hîn zêde fireh dike. Bi vê wesîleyê ez careke din bang li hemû ciwanên Kurdistanê, hemû ciwanên Ereb, Asûrî, Suryan, Tirk, Fars û hwd. dikim û dibêjim: Werin, werin tevlî vê dîlanê bibin; werin tevlî vê dîlana azadî û demokrasiyê bibin; werin em bi hev re welatên konfederal ên demokratîk ava bikin; ji bo vê werin tevlî Meşa Azadiyê bibin!”

 

Karayilan li gel vê banga ji bo hemû ciwanên Kurdistanê û hemû ciwanên azadîxwaz ên cîhanê kirî, di sala 40. a PKK’ê de ji her kesî re serkeftin xwest û piştî bidawîbûna merasîmê, derbasî civîna ku tê de nirxandinên berfireh kirîn, bû. Di vê civînê de jî  Karayilan ev anîn ziman:

 

Berî vê bi 13 salan, 29’ê Mijdarê dema komek hevalên me ji Mûsilê diçûn Şengalê, ji aliyê çeteyên ku dûvre navê xwe bûn DAÎŞ ve pêşiya wan hat girtin û ew hevalên me yên bêçek rêheval Şîlan Kobanê, Fuat, Cemîl, Zekeriya û Ciwan bi şêwazekî nemerdan e hatin şehîdxistin. Bi munasebeta salvegera şehadeta wan, em di şexsê rêheval Şîlan Kobanê û wan hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê cardin bi bîr tînin û dibêjin tola wan hat rakirin.

 

‘Serfiraziya Kobanê serfiraziya Reqayê bi xwe re anî’

 

Wekî tê zanîn, van çeteyên faşîst, rezîl êrîşên xwe yên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd nesekinandin, berdewam kirin û piştre êrîşî Şengalê kirin, dûvre jî êrîşî Kobanê kirin û bi wî awayî di navbera gelê Kurd-şoreşa Kurdistanê û van çeteyan de şerekî berfireh dest pê bû. Ev şer ji Kobanê heya Kerkûkê belav bû. Lê dûmahîkê ev bû dawiya wan. Wexta ku wana êrîşî Kobanê kirin û şer li welatê hevala Şîlan qewimî, me got, “Kobanê wê li ber xwe bide, nakeve, mal bi mal wê li ber xwe bide û bibe Stalîngrad.” Cardin me got, “DAÎŞ’ê şaşî kir ku êrîşî Kobanê kir. Berxwedana Kobanê wê bibe destpêka tunebûna DAÎŞ’ê.” û bi ser re wext derbas bû, ev gotinên me piştrast bûn. Ev heman demê tola Şehîd Şîlanan e. Zafera Kobanê, berxwedana Şengalê herî dawiyê bi zafera Reqayê re bû tolrakirina şehîd Şîlanan, bû tolrakirina keç û jinên Şengalê û tevahî şehîdên Kobanê û Kurdistanê yên bi destê van çeteyan hatine şehîdkirin. Ji bo wê em dibêjin: Ey şehîd, bila dilê we şad be, xwîna we li erdê nema! Rêhevalên we tola we rakirin. Îro ala we hîn bilind e, doza we hîn mezin e, têkoşîna we di qonaxa serkeftina mezin de ye.

 

‘Elçî ji bo got ‘PKK ne terorîst e’ dewleta Tirk ew kir hedef’

 

Cardin 28’ê Mijdarê roja şehîdxistina Tahîr Elçî bû. Tahîr Elçî wekî serokê Baroya Amedê, kesekî xebata mafê mirovatiyê bi her wesîleyê dimeşand bû. Lê di panela ku di kanal CNN de beşdar bûyî de ji ber wekî Kurdekî, wekî welatparêz û rewşenbîrekî nêrînên xwe yên wekî, “PKK ne rêxistineke teror e. PKK tevgerek civakî ye, bi milyonan dilxwazên wê hene. Rêxistineke ku bi milyonan dilxwazên xwe hebin, civakê qebûl kiribe ew nabe teror.” anîn ziman, dewleta Tirk ew kirin hedef. Xwestin lînca siyasî bikin, li dijî wî daxuyanî dan, êrîş birin ser. Piştre dadgeha xwe xistin dewrê, li hemberî wî doz hate vekirin, xistin bin çavan, îfadeya wî girtin û bi vî awayî kirin hedefê. Sala 2015’ê li Sûra Amedê, careke dî ji bo berhemên kevneşopiya Kurd û Kurdistanê di şer de zirarê nebînin, li bin Mînareya Çar Ling civîna çapemeniyê çêkir. Di wê civînê de axivî û got, “Divê teref zirarê nedin berhemên dîrokî.” Ji ber ku top û teyareyan lê dixist, di vê wateyê de ji bo raya giştî hişyar bike, civîna çapemeniyê çêkir û di wê kêliya civîna çapemeniyê de tevlîheviyek çêkirin û berî vê du salan dewleta Tirk Tahîr Elçî wisa şehîd xist û heya roja îro jî kesek bi sedema vê şehadetê nehatiye dadgehkirin. Ji ber ku wan bi xwe kiriye. Kamera kêliya ku bûyer diqewime dikişîne, lê di nîva dîmenê de hinek jê qut kirine. Tam di kêliya lêdanê de 13 saniye ji dîmenan qut kirine, derxistine; ji bo ew sûc û qirêjiya wan aşkere nebe. Ev dewlet dewletek wisa rezîl û bêrûmet e. Dewlet wisa namerd e ku hem bi rêya polîsên xwe, bi rêya tang, top û teyareyên xwe êrîşî gelê me dike. Hem jî tenê bi wê nasekine; însanên me yên wekî Tahîr Elçî yên sivîl, bê çek wisa li kolanan bi destê qatilên xwe şehîd dike. 17.528 cînayetên di bin navê kujerên wan nediyar de hene. Lê her kes dizane ku kujerên wan ne mechûl in, kujerên wan tên zanîn, kujer dewlet bi xwe ye. Me kujer aşkere kiriye, em dizanin. Lê sîstema dewletê vê aşkere nake, her ser digire. Ji bo wê em şoreşger û welatparêzê hêja Tahîr Elçî bi bîr tînin, qatilan şermezar dikin û em dibêjin, çawa ku xwîna şehîd Şîlan Kobaniyan li erdê nema, xwîna Tahîr Elçiyan jî li erdê nema.

 

 

Bi taybetî dagirkeriya Tirk dixwaze hemû dewletên din ên li ser Kurdistanê serwer tim hişyar bike ku, xeteriya Kurdistaneke mezin heye û dagirkeriya Tirk dibêje, “Kurdistana mezin, tê wateya Tirkiya biçûk, divê em pêşî lê bigirin!” Bi vî awayî dixwaze hemû dewletên herêmê li dijî Kurdan têxe meriyetê, bike hêz. Va ye niha ji bo wê diçe Tahranê, Bexdayê, diçe Soçî, Moskova û her derê cîhanê; hem ji bo hêzên cîhanî li dijî Kurdan helwest bigirin, hem jî ji bo hemû hêzên li ser Kurdistanê serwer bibin yek, deng û behsên civaka Kurd bixeniqînin. Ji bo wê niha dewleta Tirk çi ji dest tê, wê dike. Civaka Kurd îro bi fikir û ramana Rêber Apo nûjen bûye û hemû kesên bi fikir û ramana Rêber Apo tevdigerin jî, ne PKK ne. Encex hinek rêxistinên ku ramanên Rêber Apo ji xwe re bingeh girtine û têkoşîn dikin jî çêbûne.

 

‘Hêzên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe PKK xistin lîsteya terorê’

 

Di wexta xwe de hêzên hegemonîk ên sermayedarên Rojavayî, têkoşîna PKK’ê ji ber berjewendiyên xwe yên li ser Rojhilata Navîn xeter dîtin û PKK xistin lîsteya terorê. Ev 22 sal berê çêbûye, hinekan jî 15 sal berê wisa lîste ji xwe re çêkirine. Çima? Dewleta Tirk xwe xist bazarê û got, “An hûn ê PKK’ê bixin lîsteya terorê, yan jî ez xizmeta we nakim, vê bazarê bi we re nakim!” Wisa ev lîste xist rojevê. Niha jî Kurd li ku derê deng derdixin, gavekê diavêjin, dewlet dibêje, “Va ye ev jî PKK ne.” Li gorî dewleta Tirk her kesê azadîxwaz PKK ye. Di hundir de ji bo HDP’ê, ji bo hinek tevgerên çep ên Tirkiyê, ji bo gelek rewşenbîrên Tirkiyê dibêjin, “Ev PKK ne” Yanî ji her kesê ku jê ditirse re dibêje, “Ev PKK ne” Ji bo Şoreşa Rojava jî niha dibêje, “Ew PKK ne û divê her kesekê ku PKK di lîsteya wan a terorê de ye, li hemberî wan helwest bigirin” .Bi vî awayî dewleta Tirk aşkere dijîtiya Kurd, nîjadperestiyê dike. Siyaseta xwe wekî dibêje, “Ez rê nadim Kurdek ne li Sûrî, ne li Iraq, ne li Îran, ne li Afrîka, li tu deran bibe xwedan mal”. Ev yek di wexta xwe de me bi siyasetmedarên Başûr re jî pir nîqaş kir, pêşkêşî wan kir. Niha aşkere bû, her kesî dît ku wisa ye. Stratejiya AKP û MHP’ê ev e; wê Kurd li tu deran nebe serwer, nebe xwedan mal û dixwazin siyaseta qirkirinê li ser Kurdistanê bimeşînin. Niha di vê çarçoveyê de pir derewan jî bi pêş dixin.

 

‘Dewleta Tirk ji bo ku terorê biparêze dixwaze êrîşê bibe ser YPG’ê’

 

Mesela, Şoreşa Rojava îro astek girtiye, êdî bûye Şoreşa Bakûrê Sûrî. Ji ber ku gelek xelkên Ereb beşdar bûne, bûye şoreşa gelan. Bûye şoreşa Rojavayê Kurdistanê, bûye şoreşa gelên Sûriyê. Şoreşek bi rêbazek nû, bi rêbaza Neteweya Demokratîk bi pêş dikeve, ew ji fikir û ramana Rêber Apo sûd digirin, Wî ji xwe re esas digirin. Lê ew hemû ne PKK ne. Vê şoreşê heman demê paytexta DAÎŞ’ê fetih kir û beriya wê li hemberî çeteyên Selefî yên El-Nûsrayê, ev 4 sal in şerekî dikin û Şoreşa Rojava bi vî şerî pêşî li vê belaya li ser tevahî mirovatiyê girt, zirarên wê kêm kir. Yanî şerê ku li Bakurê Sûrî hatî kirin, bi esasî ne şerê Kurd, Ereb, Asûrî û Suryan tenê ye, şerê hemû mirovatiyê ye û ev şer bi rastî bi serbilindî kirin. Cîhanê li wan temaşe kir û teqdîr dikin. Niha Erdogan dibêje, “Ez qebûl nakim, ew di lîsteya terorê de ne”. Belê ka vana li ku derê, li hemberî kî çalakî kirine? Vana li hemberî terora li ser hemû cîhanê xeter şer kirin, li hemberî vê terorê çek rakirin. Di hundirê Rojavayê Kurdistanê de, di hundirê Sûrî de çi xebata şîdetê kirine? Li hemberî teror û şîdeta hov a çeteyên DAÎŞ û El-Nûsra’yê şer kirine. Hemû cîhan dizane YPG-YPJ, QSD quwetek li hemberî terora El-Nûsra û DAÎŞ’ê xwe ava kiriye û wisa mezin bûye. Niha dewleta Tirk dixwaze êrîşî QSD’ê, YPG-YPJ’ê bike. Çima? Ji ber ku esas dixwaze terorê biparêze. Hemû qehr û êşa AKP’ê ew e ku çima li Kobanê YPG’ê li dijî DAÎŞ’ê şer kir, çima çûn Reqa ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kir! Destdirêjiya dewleta Tirk a li ser Şoreşa Rojava hemû ji vê ye.

 

‘Dewleta Tirk ji bo komên selefî biparêze hatiye Idlibê’

 

Niha artêşa Tirk hatiye Idlibê, bi esasî hat Idlibê ji bo li wê derê El-Nûsra û cur bi cur komên çete yên Selefî biparêze. Hinek ji xwe re dibêjin, “Em artêşa azad in!” Çiqas artêşa azad in, an jî artêşên cuda ne, ew ne xuya ye. Bi esasî çûn wir ku di dilê xwe de li wir aramiyê çêbikin, El-Nûsra tesfiye bikin. Lê li wir çi kirin? Çû xwe li pêşberê Efrînê bi cih kir û MÎT’ê bi hemû çeteyan re civîn çêkir. Berê di navbera wan de nakokî hebûn, ew hemû li hev anîn û El-Nûsra wisa xwe di nav de heland, winda kir, piştgirî dan wan, ew xurt kirin, niha jî El-Nûsra û hemû çeteyên di şopdariya El-Qaîde de li Idlibê serwer kirin.

 

 

 

Bi rastî mirov şaş dimîne; Rûsya niha çawa li vê meseleyê dinêre? Îran çawa lê dinêre? Rejîma Sûrî bi xwe çawa lê dinêre? Wê çawa bikaribin van çeteyên ku dewleta Tirk ew xurt kirin û bi hêz kirin ji wir derînin? Pir aşkere ye çûyîna dewleta Tirk a Idlibê ji bo çi ye. Yek, ji bo El-Nûsra rizgar bike, yanî nebe hedefa Rûsya, Amerîka û YPG’ê û ji bo wekî DAÎŞ’ê tesfiye nebin. Xwest ji bo DAÎŞ’ê biçe Reqayê, lê derfet nedît. Ji bo ku Idlib jî wekî Reqayê nebe, çete li wir tesfiye nebin, bi xwe hate wir. Lê mirov şaş dimîne ku Rûsya çawa çav ji vê re digire! Sûrî û Îran madem li dijî DAÎŞ’ê ne, madem li dijî El-Nûsra’yê ne, çawa piştevaniyê ji vê re dikin. Em dizanin xisûsa ku wana digihîne hev, xisûsa Kurd e. Lê evqas jî nabe!

 

‘Erdogan û El  Qaîde xizmên hev in’

 

Aşkere YPG li Bakurê Sûriyê hêzeke li dijî terora DAÎŞ, El-Nûsra û çeteyên din e. Û Tirkiyê jî çûye wir, hemû çete li hev anîne, xurt kirine û dixwaze êrîşî YPG’ê, Efrînê bike. Aşkere ev piştevaniya xeta El-Qaîde ye. Erdogan û El-Qaîde xizmên hev in, ev piştevaniya xeta El-Qaîde ye. Erdogan û El-Qaîde xizmên hev in. Xizmên hev ên fikrî ne û li hev xwedî derdikevin. Baş e, her kesek dizane di Idlibê de ewqas çeteyên El-Nûsra hene; ka Tirkiyê yek fîşek avêtiye kesek ji wan? Lê niha her roj fîşek û topan diavêje Efrînê. Yanî bêyî ku êrîşek fermî dest pê bike, her roj li hawirdora Efrînê teqereq heye. Çima? Çeteyên xwe dişîne, guleyan berdidin, bi xwe jî car caran topan diavêje. Lê dema YPG ji mecbûrî bersiv dide wana, dibêjin, “Va ye ji aliyê Efrînê êrîşek li ser me heye” û wisa dixwazin bingeha êrîşên xwe ava bikin. Ew lîstokeke wisa rezîl bi pêş dixin.

 

‘Dewleta Tirk bi xwe teror e, Erdogan bi xwe teror e’

 

Wê heya kengî wisa bikin? Kurd li ku derê li xwe xwedî derkeve, ev dewleta Tirk a şoven, nîjadperest tê û dijîtiyê dike, hemû cîhan jî lê temaşe dike. Heya hêzên cîhanî li vê qirêjiya Tirkan temaşe bikin, nikarin li ser mirovatiyê serwer bibin. Dewleta Tirk bi destê xwe yê qirêj dixwaze gelên li wê derê hene, tune bike. Ji ber ku ne tenê gelê Kurd, gelên Ereb jî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê reviyane, ji milyonekî zêdetir însan li Efrînê hene û di hundirê aramiyê de jiyan dikin û Tirk dixwazin terorê bibin wir. Dewleta Tirk bi xwe teror e, Erdogan bi xwe teror e. Ev tiştekî îspat bûye, lê sed carî mixabin îro li pêş çavê cîhanê vê rastiya xwe dimeşînin, qet fedî û ar jî nakin!

 

‘Şerê li Efrînê wê li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn belav bibe’

 

Yanî terorîzma xwe di bin sîwana dewletbûnê de vedişêrin. Belkî tu dewletî tang û teyareyên te hene, lê tang û teyareyên te jî xebatên terorîzmê dikin, li ser gelê Kurd xebata terorê dimeşîne. Niha dixwaze vê li pêşiya hemû cîhanê li ser Efrînê jî bimeşîne. Lê roj bi palasê nayê nixumandin! Erdogan û Bahçelî yên şovenên dewleta Tirk nikarin li ser heqîqetan bigirin. Îro li Efrînê li pêş çavê hemû cîhanê lîskek heye. Ev lîsk wê kifş bibe û ew hîn zêde destdirêjiyê bikin, wê destê wan jê bibe. Şerê li wê derê bibe, tenê li Efrînê namîne, wê li Kurdistanê, Tirkiyê û li herêma Rojhilata Navîn belav bibe. Heta hemû cîhan heqîqeta faşîzma Tirk, heqîqeta çetebûna AKP û DAÎŞ’ê wê hîn zêde bibîne. Em baş dizanin ku, yê DAÎŞ kirî vî halî, piştevanî jê re kirî, niha tu behs dikî, dibêje, “Amerîka bi sedan kamyonên tir cebilxane ji YPG’ê re dişîne” Rast e, Amerîka dişîne, lê fermî dişîne. Tiştekî veşartî nîn e. Lê wî bi xwe bi sedan tir cebilxane ji El-Qaîde re, ji El-Nûsra re, ji DAÎŞ’ê re şandiye. Di nav wan de hinek rojnamevanên demokrat wêne kişandin û dan rojnameyan; niha hemû xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê di zîndanê de ne û gerînendeyê wê Can Dundar niha li derve ye, nikare were Tirkiyê. Çima? Erdogan dibêje, “Te ev bûyer aşkere kir. Çima te aşkere kir ku em kamyonên tir tijî çek ji El-Nûsrayê re, ji DAÎŞ’ê re dişînin!” Ev nayê veşartin. Ev heqîqetek e.

 

‘Îro jî aşkere dibe ku ambargoya li ser Îranê ya Neteweyên Yekbûyî çêkirî, Tirkan bi destê hinek kesên çete yên wekî Reza Zarrab û hwd. ew kun kiriye, dizektî kiriye, qanûna navdewletî binpê kiriye. Tê fêmkirin ku bi milyonan ruşwet girtine. Duh dîsa aşkere bû ku, birayê Erdogan, kurê Erdogan, xizmên Erdogan bi milyonan pere ji Tirkiyê revandine, birine welatekî ku kesî navê wê nebihîstiye. Navê xwe Man e, bi xwe welatekî biçûk e, li wir bac nîn e. Şîrketek li wir çêkirine, bi şîrketê pereyan diparêzin. Yanî dizektiyê dikin. Berê jî dizektî kir, aşkere bû, lê bi ser girt. Niha wê çawa ser bigire, em nizanin! Wisa xuya ye ku karê wan vê carê zor e. Hem doza ku niha li Amerîka dimeşe, hem jî ev rewşa nû ya Manê ku li wir çawa mirovên xwe yên din ewqas pere ji dewletê dizîne. Ew dizek in. Erdogan hate ser desthilatê, pere û pûlên dewletê ji xwe re, li mirov û hevalbendên xwe belav kir, ji wan re derfet çêkirin, sermayeya xwe ava kirin. Sermayeya kesk a derketî, ji ku derket? Erdogan bi xwe û bi birayê xwe ewqas pere ji ku anî? Didizin. Hem dizek in, hem jî xwînxwar in.

 

Ji bo vê dizekiya xwe veşêrin û li ser desthilatê bimînin, çi kirin? Pihîna xwe li xebata Serokatiyê Çareseriya Demokratîk dan û mase qulibandin. Mutabakata Qesra Dolma Bahçeyê, yekem car aliyên Kurd û dewleta Tirk bi hev re rûniştin, li pêşiya raya giştî kaxizek îmze kirin. Lê dûvre Erdogan lê mêze kir ku, bi Kurd re li hev were, Kurd demokrasiyê bi pêş dixin, dixwazin Tirkiye bibe Tirkiyeke demokratîk; wê çaxê wê dizektiya wî derkeve û nabe serok, ji bo wê hemû tiştê xwe guhert û hat ser xeta MHP’ê. Jixwe berê jî di naveroka wî de MHP’yîtî hebû, lê siyaset dikir. Hate ser xeta MHP’ê, ev pêvajoya Çareseriya Demokratîk hilweşand û ji bo ku pêla şovenîzmê di Tirkiyê de geş bibe, demara şovenîzmê bilind bibe û wê demarê ji xwe re bike bingeh, ew jî li ser desthilatê be senaryo ava kirin. Ev senaryoyek mezin e ku wekî bibêje; va ye PKK bi Amerîka re li hev hatiye, dike ji Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê heya Cizîrê û Kobanê, ji wê şûn de heya Efrînê bike yek, piştî Efrînê jî wê Idlibê bigire û bi deryayê re bike yek. Yanî PKK û ev dewletên Rojavayî dikin korîdoreke mezin çêbikin û Tirkiyê wisa biçûk bikin. Ev senaryo û derewek mezin e, tiştekî wisa nîn e.

 

 

Pêvajoya Çareseriya Demokratîk hilweşand û ji bo ku pêla şovenîzmê di Tirkiyê de geş bibe, demara şovenîzmê bilind bibe û wê demarê ji xwe re bike bingeh, ew jî li ser desthilatê be senaryo ava kirin. Ev senaryoyek mezin e ku wekî bibêje; va ye PKK bi Amerîka re li hev hatiye, dike ji Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê heya Cizîrê û Kobanê, ji wê şûn de heya Efrînê bike yek, piştî Efrînê jî wê Idlibê bigire û bi deryayê re bike yek. Yanî PKK û ev dewletên Rojavayî dikin korîdoreke mezin çêbikin û Tirkiyê wisa biçûk bikin. Ev senaryo û derewek mezin e, tiştekî wisa nîn e.

 

‘Erdogan sîstema derewan ava kiriye’

 

Erdogan bi vê derewê dixwaze di Tirkiyê de pêla şovenîzmê xurt bike, dizekiya xwe veşêre, desthilata xwe dom bike. Tiştek wisa nîn e. Ev derew e. Tenê ji bo xwe zemîn ava bike, di Tirkiyê de ji civakê destekê bigire û civak bibêje; “Rast e, va ye li hemberî Tirkiyê komplo heye. Dixwazin Tirkiyê parçe bikin, welatek bi navê Kurdistanê ji Kirmanşahê heya behrê bibin. Ev tê wateya ku li dijî Tirkiyê tiştek heye, wê çaxê serokekî wekî Erdogan ji bo me lazim e û em gişt li dûv wî ne. Hema dizî kiriye, çi kiriye em ê çavê xwe jê re bigirin.” Erdogan ji bo vê tabloyê ava bike, wisa wan derewan dike. Sîstema xwe ya derewê ava kiriye, bi dehan kanalên televîzyonê û rojname gişt kirine bin emrê xwe, nahêle kes biaxive. Û kî biaxive wan poşman dike, diçe ser wan. Li Tirkiyê çiqas rojnamevan îro girtî ne? Çiqas rojnamevanên Tirkiyê niha li Ewropa ne? Împaratoriya tirsê ava kiriye û li ser vê bingehê her kesî bêdeng dike, dizekiya xwe vedişêre û bi derewên xwe dixwaze xelkên Tirkiyê yên welatperwer di xeta şovenîst a nîjadperestiyê de birêxistin bike û bi vî awayî bingehê xwe ava bike.

 

‘YPG cuda ye PKK cuda ye, ti têkiliya PKK’ê û Amerîkayê bi hev re nîn e’

 

Ez jî wekî berpirsiyarekî vê Tevgera Azadiyê û bi navê tevahî rêveberiya me dikarim aşkere bibêjim: Ev tiştên Erdogan dibêje qethiyen heqîqeta xwe nîn e, derew e. Beriya her tiştî PKK û Amerîka têkiliya xwe bi hev re nîn in. Tu têkiliyeke wisa nîn e. Ha, têkiliya Amerîka û YPG’ê bi hev re heye, lê YPG cuda ye, PKK cuda ye. Yanî têkiliyên Amerîka û hêzên koalîsyonê di çarçoveya şerê li dijî DAÎŞ’ê de, di şerê li dijî terora çeteyan de bi YPG û QSD’ê re, bi cur bi cur hêzên şoreşger ên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re hene. Ev têkilî aşkere li pêş çavê raya giştî tê çêkirin û tê zanîn ku ev têkilî ji bo çi ye û ne zelal e ka wê ev têkilî heya kengî bidome. Jixwe rayedarên Amerîka yên bi YPG’ê re vê têkiliyê bi pêş dixin, heman demê gotin ew têkoşîna Tirkiyê ya li hemberî PKK’ê jî destek dikin. Li vir tiştê pêwîst e bê fêmkirin, YPG tiştek cuda ye, PKK tiştek ji wê hîn cudatir e.

 

 

Aşkere wekî tê behskirin tu têkiliya Amerîka bi me re tune ye. Û tu projeyên wekî Erdogan tîne ziman jî qethiyen nîn e. Em naxwazin Tirkiyê parçe bikin; em dixwazin Tirkiyê biguherin. Em dixwazin Tirkiyê ji nav pencên faşîzmê derxin û bikin Tirkiyeke demokratîk. Ma ne armanca me avakirina Komara Demokratîk e. Em vê dixwazin. Lê ew dixwazin di Tirkiyê de bi hestên însanên Tirk ên gundî, feqîr û nezan bilîzin û wisa wana li ser van derewên xwe li dora xwe kom bikin.Ev derew e û tiştekî wisa nîn e.

 

‘PKK heya niha ji kesî alîkarî nestandiye’

 

Erdogan vê carê derewek e din dike û dibêje, “Amerîka çek dide YPG’ê”. Divê mirov li vir bisekine û careke dî were serî û hinek tiştan bibêje. Va ye PKK ket 40 saliya xwe. Di hundirê van 40 salên PKK’ê de, PKK her tim bi rûnê xwe keliyaye, bi hêza xwe ya zatî bûye hêz. Heya niha çi alîkarî ji derve negirtiye. Belkî  demên berê  dem bi dem hinek tiştên biçûk, basît, sembolîk çêbûbin, wekî din ger îro PKK bûye PKK, ev di şexsê ciwanên leheng ên tevlî PKK’ê dibin de pêk hatiye. Însanên welatparêz li her aliyê cîhanê, yên nikarin tevlî bibin jî bi alîkariya xwe ya pereyan, bi malên xwe tevlî dibin. PKK hêzek e ku bi keda milyonan bûye partî. Di PKK’ê de ked û para bi milyonan heye. Rast e, keda herî mezin a Rêber APO ye, ya şehîdên qehreman e. Em deyndarê wan in. Lê bi milyonan însanan ewladên xwe, zarokên xwe dane, erdên xwe, gund û bajarên xwe û her tiştên xwe dane ji bo PKK bi hêz bibe û wana azad bike, rizgar bike. PKK heqîqeteke wisa ya civakî ye. PKK’ê heya niha ji kesekî alîkarî negirtiye. Bi taybetî jî tu têkiliya PKK’ê ya wekî Erdogan û dewleta Tirk dibêje bi Amerîka re nîn e. Ev jî derew e, hem jî derewek mezin e.

 

‘Roketa AT4 di destê YPG’ê de nîn e, me ji piyaseya çekan kiriye û zehf in’

 

Erdogan careke dî bi vê yekê ve girêdayî dibêje, “Amerîka çekan dide YPG’ê; ê PKK jî pismamê YPG’ê ye yan jî PKK bi xwe ye. Tiştê digihe YPG’ê, pê re digihe PKK’ê û va ye HPG li dijî me çalakiyan dike û di wir de ew çek bi kar anî!” Wekî îspata vê jî çalakiya Çemanê ya gerîla lidar xistî û tê de artêşa Tirk gelek windahî dayî raber dike û dibêje, “Me li vê derê çek dîtiye, ev belge îspat bûye! Ev çekên ku Amerîka dane YPG’ê ne. YPG’ê jî dane PKK’ê.” Ev kîjan çek e? Ev roketa AT4 e. Ev roketên AT4 çi ne û yên kî ne? Rast e, ev çek li Ewropa hatine hilberandin û malê dewleta Siwêd in û Amerîka yek ji vana jî nedaye YPG’ê. Tiştê Amerîka dayî YPG’ê fermî ye û yek ji van roketan jî di destê YPG’ê de nîn e. Yanî ne Amerîka ev çek daye YPG’ê, ne jî di destê YPG’ê de heye.

 

Belê, me ji kî derê anî? Rast e, li cem me heye û me ev ji piyasa çekan kirî ye û zehf in. Niha bi qasî em dixwazin em dikarin roketên AT4 bikirin. Jixwe piyasaya çekan heye û ev roket di piyasayê de hene. Mirov ku bixwazibe dikare bikire. Bi rastî heya niha me di mijara çekan de tu astengî nedîtiye. Me kîjan çek xwestibe, me ew li piyasayê dîtiye û kirî ye. Hewceyiya me ku hîn Amerîka çekan bide YPG’ê, em jî ji YPG’ê bigirin nîn e. Hema bila YPG alîkariyê ji me nexwaze, em alîkariyê ji wan naxwazin! Ev wisa ye. Em bi xwe têra xwe dikin. Çekên ji bo gerîla pêwîst jixwe di destê me de hene, di piyasayê de jî hene. Kîjan çek dibe bila bibe, em dikarin bi dest xwe bixin. Lê belê dewleta Tirk derewan dike. Ez bawer im ji aliyekî ve jî ev derewên ew dikin baş dibe. Çawa baş dibe? Ji ber her kes dizane ev gotinên wan derew in. Mesela, niha Amerîka jî pê dihese ku ev axaftinên wan gişt derew in. Çima? Ji ber ku Amerîka çekên AT4 nedaye YPG’ê. Û her kes dizane ev çek di destê YPG’ê de nîn e. Vê carê wê çawa YPG bide PKK’ê! Yanî dewletek wisa jixwe piranî ne ji bo derve diaxive, ji bo hundirê Tirkiyê diaxive. Armanc tenê ew e ku, ji gelê Tirkiyê re bibêje, binêrin PKK’ê bi van çekên Amerîka hatin li qereqola me xistin. Jixwe wana mirina 9 leşkerên xwe îtiraf kirin, lê esas zêdetir e. Ji ber ku heval bi xwe çûbûn ser cenazeyê 21 leşkeran. Misoger di wê çalakiyê de pir windahiyên xwe çêbûn. Ji bo wê, bi gotinên “çekên ku YPG’ê dayîn PKK’ê, PKK bi wana hat, li me xist” dixwaze li Tirkiyê şovenîzmê geş bike û gel bibêje “Erdogan rast dibêje. Bi rastî li hemberî Tirkiyê û Erdogan komployek heye”. Jixwe Erdogan dibêje, “Êrîşa li hemberî Erdogan, êrîşa li hemberî Tirkiyê ye.” û xwe bi Tirkiyê re dike yek. Yanî ji bo van derewên wî wekî rast bên zanîn wisa dike. Wekî din em bawer in îstixbaratên cîhanê, xelk gişt vê heqîqetê dizanin ku ev dewlet derewan dike. Lê cardin jî ew di derewên xwe de israr dikin. Jixwe taybetmendiyeke dewleta Tirk a ji dewra dîrokê ve heye ku, ew bi xwe derewan çêdike û hingî dibêje, wisa dibe ku ew jî êdî bi derewên xwe bawer dike, di nav xwe de xwemalî dike. Pir tiştekî balkêş e!

 

‘Reva pisîkê heta kadînê ye’

 

Çima wisa vê dewletê di derewan de dereceyek girtiye? Ji ber ku welatekî wekî Kurdistanê ku di herêmê de herî qedîm e, înkar dike. Lewre derew kirin û derewên xwe wekî rast be girtina dest ji xwe re kirine wek terzekê. Bi rastî divê mirov heqê wan bide ku, ew di vê mijarê de bûne hoste. Lê dibêjin, “reva pisîkê heya kadînê ye!” Êdî dawiya wan hat. Heya ku derê wê derewan bike, destê xwe yê qirêj, bi xwîn veşêre? Heya ku derê ew niyeta derveyî demê, şoven û nîjadperest wê veşêre? Ev wê hemû aşkere bibin. Jixwe tirsa wan jî ev e. Niha tirsa wan yek jî ev e ku, van hemû derew û kiryarê wan ên hov, namerd aşkere bibin.

 

‘Çi were ser Serokatiya me berpirs Erdogan û malbata wî ye’

 

Çima li ser Serokatî tecrîdek giran, sîstemeke êşkenceya psîkolojîk a di cîhanê de hempayê xwe nîn e, dimeşînin? Li tu deran kiryareke wekî Îmraliyê nîn e. Va ye ji Serokatî ditirsin ku Serokatî wana deşîfre bike. Ji ramanên Serok Apo ditirsin. Ji gelê me ditirsin. Ji şoreşa me ditirsin. Dizanin ku gel deng û behsên Serokatiyê bike hîn hêz digire, ji bo wê tecrîdê wisa ne di qanûnan de, ne di hiqûqê de, ne jî di exlaq de heye, dimeşînin. Beriya her tiştî serokê welatekî ku di wî de mirovatî, rûmet û wîjdan hebe, hinek kesên dîl girtî û di bin destê wî de wisa êşkence nake, zilmê lê nake. Eger mirov bixwaze serokê welatekî nas bike ku ew çiqas nêzî mirovatiyê ye, yan ne nêzî mirovatiyê ye, divê mirov li zîndanên wî welatî binêre. Rewşa niha di zîndanên Tirkiyê de heyî wehşet e. Tenê ne li Îmraliyê, li tevahî zîndanan heman zext û êşkence heye. Ji ber ku bi Erdogan re ew kalîte, ew ast û ew çand nîn e. Tiştê aqilê wî zeft kirî, çi ye? Berjewendî ye, desthilata xwe ye û tirsa serê xwe ye. Ew ditirse rojekê deşîfre bibe û tiştê ku niha Erdogan birêve dibe, ev e. Ji bo wê jî dikare mohra xwe li binê van kiryarên hov ên ne di hiqûq û ne jî di exlaqan de cihê xwe heyî, bixe. Em baş dizanin; ê ku qanûnên Îmraliyê rojane dişopîne Erdogan bi xwe ye. Ji bo wê jî berpirsyar Erdogan e. Çi were serê Serokatiya me, çi pê bibe, Erdogan û malbata Erdogan berpirsyar in. Ji ber ku hemû tişt bi devê wî, bi biryarên wî dimeşin. Em vê yekê baş dizanin.

 

Mirov bi hev re dikare şer bike, lê şer jî hiqûqeke xwe, exlaqeke xwe heye, ne wisa bê exlaq û bê hiqûq û bê rûmet e. Dijminatî dikî, bila dijminatiyek merd be; ne wisa namerd be. Mixabin bi dagirkeriya Tirkiyê re, bi AKP û Erdogan re tiştekî bi navê rûmetê nîn e, exlaq nîn e! Tenê berjewendiya xwe esas digire. Em bi sîstemeke wisa qirêj re rû bi rû ne.

 

‘Ciwanan pêngava ‘serî hilde’ dane destpêkirin’

 

Em dixwazin di vê serdemê de êdî gavên hîn bingehîn biavêjin. Wekî netewe divê em li her çar parçeyên Kurdistanê xwe komî hev bikin, bi gelên cîran ên wekî Ereb, Asûrî, Suryan, Tirk, Fars û hwd. re hîn zêde hevbeşî, hevkarî û yekbûnê çêbikin. Bi vê hişmendiya nû divê em gaveke mezin biavêjin.

 

Niha ciwanan kampanya bi navê “Serî Hilde” bi pêş xistine, ciwan serî hildidin. Serî hildan bi xwe bawerkirin e, raperîn e. Divê ciwan wisa bi xwe bawer bikin.

 

Di nav me de têkoşîn heye, têkoşîna birdozî, têkoşîna cinsî heye. Em li hemberî desthilatdariya zilam têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna wekheviyê dikin. KesÊ PKK fêm kiribe, zilam be jî divê vê têkoşînê bimeşîne. Ev têkoşîn ne tenê ya jinan e, ya PKK’iyan e. Lê jin serkêşiyê dikin û divê jin berî her kesî lê xwedî derkevin. Dibe ku kêfa zilaman ji wê hişmendiya klasîk re were, lê ev nabe. Divê em şerê têkoşîna cins û şerê bîrdozî bikin.

 

‘Hûn milîtanên meşa zaferê ne’

 

Eger tevlîbûn li ser vê bingehê çêbibe, ez bawer dikim di xeta Rêber APO de û bi felsefeya Rêber APO, di şopdariya şehîdên qehreman de hûn ê zû bikaribin bibin milîtanên meşa zaferê. Jixwe hatina we ji bo hûn bibin milîtanên meşa zaferê ye. Ez bawer dikim derfeta vê heye û di sala 40. de ev mumkûn e. Ez li ser vê bingehê di sala 40. a damezrandina PKK’ê de ji we re serkeftinê dixwazim. ‘’

 

Piştî axaftina Karayilan endamên Koma Amara bi hunera xwe derketin ber şervanên nû. Di şahiyê de ku şervanan bi coşek mezin govend gerandin, şahî bi tilîlî, dirûşmeyên “BIJÎ SEROK APO!”, “BIJÎ PKK!” û “JIN, JIYAN, AZADΔ bidawî kirin.